Nav û nîşana derewek 45 salî; PKK’e

Nav û nîşana derewek 45 salî; PKK’e

Memet Mêrdînî

Ev 45 salin derewek qirêj ku mala kurdan xerab kiriye ji dayik bûye, di van 45 salan de ev derew bû sedema kuştina bi hezaran welatparêzan û jinavbirina bi dehan rêxistinên Kurdistanî û bû sedema sereke ya ji hev dûrketina zêdetir ya kurdan, ev derew bû sedem êdî hin ji kurdan dost û dujminên xwe ji hev cuda nekin, bû sedem ne bi tenê Bakurê Kurdistanê belku parçeyên din jî, di nav de take perçeya azad ya Kurdistanê jî bikeve di xetereya dagîrkirinê de ji aliyê dewleta Tirk ve, nav û nîşana vê derewê jî bi tenê PKK’e bû.

PKK’e ji dema damezrandina xwe di roja 27/11/1978an de heya niha bûye bela serê kurd û Kurdistanê, pêş damezrandina PKK’ê li Bakurê Kurdistanê çi dema ji bona azadî û serxwebûna wê serhildan, berxwedan û şoreşa ji bona azadiyê pêk hatibe, hin serok eşîr û dewlemendên Kurdan tim cihên xwe li ba dagirkeran girtibûn û alîkariya wan kiribû da ku berxwedana ji bona Kurdistaneke azad û serbixwe têk here, lê belê piştre PKK’ê cihê van serok eşîrên xayîn yên kurdan girt, PKK’ê xîyaneta ku ji aliyê van serok eşîrên kurdan dihat kirin bi awayekî sîstematîk guherî û niha ew bi xwe di bin navê kurdayetî û welatparêziyê de dike, tişta ku ev serok eşîrên xayîn nedikarîn pêk bînin jî niha PKK’e ji dewleta dagirker a tirk re pêk tîne.

Bandora serok eşîrên xayîn bi tenê li ser Bakurê Kurdistanê bû, dema şoreşek yan berxwedaneka kurdan serî hildaba, ev xayîn da mil bi milê leşkerê Tirkiyê êrîşî şoreşgeran bikin, ev tiştekî eşkere û zelal bû, loma gel dikarî xayînan ji welatparêzan cuda bikin, lê belê niha PKK’ê her tişt tevlîhev kiriye, di bin navê Kurd, Kurdistan, berxwedan, şehîd û hwd de xîyanetê dike û rê li ber dewleta dagirker a Tirkiyê xweş dike ji boy zêdetir dagirkirina Kurdistanê, PKK’ê xwîna ciwanên kurd ji boy veşartina xîyaneta xwe ji xwe re kiriye seywanek.

PKK’eya ku wisa dida xuyakirin ji boy azadiya her çar parçeyên Kurdistanê hatiye damezrandin, piştî 6 salan ji damezrandina xwe, di 15 Tebaxê de dest bi şerê çekdarî kir û ev şer 40 salin berdewame. Lê şerê çekdarî yê ku li Bakurê Kurdistanê dest pê kiribû, êdî ne li wire, belku li Rojavayê Kurdistanê û di nava Herêma Kurdistanê de belav bûye, artêşa Tirkiyê jî bi hinceta vî şerî destwerdanên xweyên li dijî van her du parçeyên Kurdistanê roj bi roj zêdetir dike. Ti cîhek li Bakurê Kurdistanê ku cihê damezrandina PKK’ê ye niha di destê PKK’ê de nemaye, gerîlayên PKK’ê ji yekîneyên 2-3 kesî zêdetir nikarin di nava Bakurê Kurdistanê de tev bigerin, ne baregeh û nejî herêmek diyarkirî li Bakurê Kurdistanê nema di destê wê de be, PKK’eya ku temsîla xeta xîyanetê dike, bi vê yekê jî razî nebû, leşkerê dagirkerê Tirkiyê kişand nava kûrahîya Başûr jî, bêy ku berxwedanê bike, bi tenê bi rêya bi kuştin dana ciwanên kurd di tunelan de zêdetirî 45 kîlometroyên Herêma Kurdistanê jî teslîmî Tirkiyê kirin.

Şerê ku pêwîst bû li Bakurê Kurdistanê hatiba kirin niha li Başûr tê kirin, lê belê çi şerek? Şerekî bi şêwir û taktîkî, her cihê ku Tirkiye dixwaze dagîr bike PKK’e bêy şer teslîm dike, piştre hin ji ciwanên kurd dide kuştin heya ku bikare di çapemeniya xwe de propagandaya welatparêziyê bike, belê, ev derewa 45 salî bûye bela serê tev kurdan li her çar perçeyan.

Bi dirêjahiya dîroka xwe PKK’ê ti caran îtîraf bi şikestinê nekiriye, tevî ku her tim dibêje ev sal sale serkeftinê ye, sala zeferê ye, lê belê zêdetir rastî şikestinê tê, zêdetir xaka pîroz a Kurdistanê teslîmî dagirkeran dike û zêdetir xîyanetê dike, bi dirêjahiya dîroka xwe PKK’ê yek serkeftin jî bi dest nexistiye, ne bi tenê  yek gund yan bajar ji dest dewleta Tirk rizgar nekiriye belku bi sedan gund û bajarên azad yên Rojava û Başûrê Kurdistanê jî teslîmî Tirkiyê kirine, PKK’eya ku pêwîst bû niha şanaziyê bi azadkirina Kurdistanê bike, şanaziyê bi xwîna wan ciwanên kurd dike yên ku bi destê leşkerê Tirkiyê di şerek bi şêwir de dide kuştin.

Di şer de pîverê sereke ji boy serketinê parastina erdê di dest de û rizgar kirina erdê dagirkirî ye, lê li cem PKK’ê pîverê sereke bi kuştin dana zêdetir ya ciwanên Kurd e, PKK’e nikariye û nikare li ti cîhekê li ber xwe bide, her der teslîmî dewleta Tirkiyê kir, tev Bakur, Efrîn û Serêkaniyê, û bi kûrahiya 45 kîlometroyan jî xaka Başûrê Kurdistanê teslîmî dewleta dagirker a Tirkiyê kir, lê dîsa dibêje em biserketine, em li ber xwe didin, PDK’e sedema dagirkirna Başûre û hwd…

Êdî pêwîste gelê kurd vê derewa 45 salî baş nas bike, bizanibin heyanî li dora vê derewê kom bibin ewê nekarin ti pêşketin û azdiyê bi dest bixin, berevajî wê welatê wan bi temamî ji dest wan derkeve û wê zêdetir kole û bindest bibin, bi awayekî ku êdî nekaribin di malên xwe de jî bi zimanê kurdî bi axivin, loma ez bang li rewşenbîr, hunerdmend û zanayên kurdan dikim li xwe, gel û welatê xwe xwedî derkevin û PKK’eya ku temsîla xeta xîyanetê li her car parçeyên Kurdistanê dike, rû reş û şermezar bikin.

Pustên heman beş