Ji şewitandina dikan û bazaran bigire heta neteweperestî û demokrasiyê

PKK-KCK-şewitandina dikan û bazaran -Info
  • Çareserê Derûnî

Rêbertiya reviyayî ya PKK’ê ya ku ji xwe re dibêje KCK, ger di nava PKK’ê de tiştek bi navê «Rêbertî» hebe, yan jî cesaret hebe xwe bi Rêbertî nav bike, ji ber ku di nava PKK’ê de «Rêbertî» tê wateya; Serokatî, Serok jî tenê Ocalan e. Loma em ê bibêjin Koma «Bi nav Rêbertî» daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de PKKê wek her carê heqaretê li PDKê dike û gazinceke dostane li Iraqê dike. Sedem ev e; PKKe dibêje ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê li ser êrîşên Tirkiyê yên li ser barebinke û baregehên PKKê yên li Herêma Kurdistanê li hev kirine.

Tevî sloganên antîk ên PKK’ê, hevok û zimanê weşana PKKê jî, hêja ye ku hinekî bala xwe bidinê.

PKKe ku di çend xalên weşana xwe de pirr bi rûqayîmî PDKê wek “xayîn û dijmin” bi nav dike, lê pirr bi nermî gazinan ji Hikûmeta Iraqê dike, ew Hikûmeta ku PKKe xistiye di lîsteya rêxistinên qedexekirî de.

PKKê di weşana xwe de wisa gazinan ji Hikûmeta Iraqê dike: «Çima tevgerek ku hertim bi dewlet û gelê Iraqê re di nava pêwendiyeke dostane û piştevaniyê de ye ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve weke rêxistineke qedexe tê dîtin?

Li gel ku agahiyên di weşanê de hatine çêkirin û bi tevahî berhema maşîneya derewan a PKK’ê ye, Lê pirs ev e: Çima PKKe li himber Kurd, Kurdistan, hêzên siyasî yên Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û saziyên wê yên rewa, nankor e?

Lê ne niha, belku ji destpêka wê ve, li himber dewletên herêmê; Sê ji wan eşkere û yek ji wan jî bi dizî ew qas kiz û biçûk in? û her mijûlî xizmeta xwe û pilan û berjewendiyên wan dewletan e û Li ser hesabê netewa Kurd û xaka Kurdistanê û heta li ser hesabê canê Kadroyên xwe ên mezin, di vî warî de gelek mînak û belge hene, lê em ê li vir nîqaş nekin.

Ya duduyan, PKKe ku tu eleqeya wê bi mafên netewî û tekoşîna netewî ya Kurdistanê re nîne, Kurdayetiyê jî bi paşverûtî û “netewperestiya seretayî” bi nav dike û tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê ji bo demokrasiya gelan wek xeter dibîne. Çima gava ku ew çavên sor ên dewletên herêmê dibîne, serî li sloganên netewî dide û navê Kurd û Kurdistanê tîne ziman? Ku bi salan e bi taybetî ji şanoya Îmraliyê heta niha PKKe bi her awayî hewl dide ji bîra xwe û gel bibe?

Tevî vê lê cihê dilxweşî û geşbîniyê ye ku PKKe ji bo piraniya gelê Kurd re aşkere bûye û piraniya bêdeng a Kurdistanê dizane ku PKKe tenê gava ku ket tengasiyê bi navê neteweya Kurd û Kurdistanê kar dike. Başiya vê eşkerebûna PKK’ê bo şiyarbûna neteweya Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê, hêzên netewî, rewşenbîr û nivîskarên Kurd ên welatparêz vedgere.

Hêzên siyasî û kesên ku PKKê di daxuyaniya xwe de banga alîkariyê û piştgiriyê ji wan dike, heman ew Hêz û Gele yê ku beriya niha PKKê şer firotiye wan, yan qurbaniyên destê PKKê ne yan herî kêm PKKê ew xaîn kirine.

Serkirdayetiya gumanbar a PKK’ê ku niha ewqas şepirze û matmayî ye, ku ew bi xwe bûye sedem û hincet ji bo kişandina şer û dagirkeriyê li Kurdistanê. Niha ew bi çi awayî alîkariyê ji gel dixwaze, li demekê, Di edebiyat û îdeolojiya partiyê “PKK’ê” de ji roja damezrandina xwe ve wê ev gel wekî “paşverû”, û şoreş û serhildanên wan wekî “şerê eşîran” û mafên wan wekî “neteweperestiya seretayî” bi nav dike. Her wiha Bi hemû hêza xwe li dijî ziman, çand û ala wan derdikeve.

Başe qey xelk neheqe bipirse: Gelo PKKe ya ku di sala 2024an de xebat û têkoşîna wê hatibe ser şewitandina dikan û bazarên xelkê, ew bi çi rûyekî behsa xebat û têkoşîna netewî dike? Partiyek ku li ser biçûktirîn rexne, ne tenê xelkê derve lê endamên xwe bi xwe jî bi îxanetê tuhmetbar dike û tasifye dike, êca çawa behsa azadî, demokrasî û alîkarîya gel dike?

Pustên heman beş