Bersiva heqareta kovara Xwebûn li Serok Barzanî kirî ku ev Kovar yek ji sengerên PKK’ê ye, dijminetîya Kurdan dike

Bersiva heqareta kovara Xwebûn li Serok Barzanî kirî ku ev Kovar yek ji sengerên PKK’ê ye, dijminetîya Kurdan dike

Di nav kurdan de nirxek nemaye ku PKK’ê êrîşê wê nekirî. Ji kolonyalîstan bêtir êrîşî ala Kurdistan, sirûd, dîyanet, çand, dîrok, serok û partiyên kurdan dike. Ev êrîş 40 sal in didome. PKK roj bi roj bêşerm, bêheysîyet û bêedeptir dibe. PKK, bi taybetî jî ev tîma bi navê PK’ ê ya nivîskar-wênesaz-çapemenî-rojnamegerên ku dikarin pênûsê bi dest bixin, her ku diçe zêdetir wek kûçikan êrîşî kevneşopiya siyasî ya Barzanî û bi taybetî li malbata Barzanî dike.

Herî dawî jî di rojnameya Xwebûn a PKK’ê ya ku li Tirkiyê Dîyarbekirê derdikeve, gotarek li ser Serok Barzanî bi sernavê “Iblîs piştî 6 salan çû Bexdayê” hat nivîsandin. Piştî bertekan, wê dezgeha bêexlaq, şerefsiz a bi navê Xwebûn sernivîs guhert, û gotina “Iblîs” jê bir, lê ev yek nasnama Xwebûnê ya bêşeref pak nake. Navê rojnameyê Xwebûn e, ango -xwe bizane- lê ya dike tenê Xwefiroşî ye. Dewleta Tirk di sala 1987an de bi mîsyonêrên wekî Yalçin Kuçuk medya PKK’ê birêve dibe.

Carna mirov nizane çi bêje. Ew gotinên helbestvanê tirk Can Yucel yekser tên bîra me. Dibêjin ku ew gelek dûjînan dike û ew jî di bersivê de wiha dinivîse: “Ji min re dibêjin di helbestên te de dijûnan nede, ev neheqî ye… Ez çawa hinde kurên qehbi… bê dijûn binivîsim?”

Bi ti gotin û têgînên siyasî, felsefî û îdeolojîk mirov nikare qirêjî û dejenerasyona PKK’ê bi nav bike. Ev uslûp yê bêbab, nêşerm, bêexlaq û xahînên bijavtî ye. Helbet ev helwesta çapemeniya PKK’ê girêdayî xeta siyasî ya PKK’ê û Evdila Ocalan e. Dîrokeke pir tevlîhev a PKK’ê heye, di serî de avabûna PKK’ê ya bi tarî bi piştgiriya MÎT ê, çûyîna Ocalan a bi guman a Tirkiyeyê û soza “xizmeta dewleta Tirk” dayîn. PKK’ê ji dema damezrandina xwe heya niha di sosyolojiya kurd de gelek birîn çêkirine, em dikarin hin ji wan birînan bi vî awa berçav bikin, ji hev xistina yekîtîya Kurdan, berevajîkirina dîrokê û hwd ev rastiye ji damezrandina PKK’ê heya îro berdewame. Lê di bin dijminatî û bêexlaqîya PKK’ê ya li hember Barzanî de bandorên derûnî jî hene. Hestên çavnebariyeke jî mezin heye.

Serok Barzanî roja 4 ê Tîrmehê serdana Bexdayê kir. Di serdanê de ji aliyê şandeke pilebilind ve hat pêşwazîkirin. Li her derê bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin. Her wiha balyozên gelek welatan li îqametgeha wî de ew ziyaret kirin. 4 roj derbas bûne û heta niha jî çapemeniya Iraqê û çapemeniya erebî jî li ser vê mijarê diaxivin û dibêjin ku ew serdan wê çi bandorê bike?

Lê endamekî PKK’ê yê bi navê Aram Bekir radibe û ji Serok Barzanî re dibêje “Iblîs” û dibêje “Çûye rêkeftinê li dijî PKK’ê çêbike”. Aram Bekir kî ye û çi gûye ferq nake. Ev hemû qelemşûrên PKK’ê ne. Hemû kadroyên PKK’ê rengdêra Ocalan û Cemîl Bayik in. Hesûdiya mezin di nava wan de bi dawî nebûye. Ji sala 1992an ve ji bo têkbirina Barzanîyan êrîşeke aktîf pêk tînin. Soza dawîkirina Barzanîyan dan Îranê û dest û lingên Îtlaatê maç kir. Dîsa ji bo ku Barzaniyan biqedînin lingên Saddam jî alîstin. Heta salên 2000 î hewl dan lê bi ser neket. Di sala 2000 de Ocalan teklîfên wisa nizm û xayîn ji dewleta tirk re kir ku ji efserekî Tirk re ku li Îmraliyê li tenişta tuwaletê rûniştibû re got, firsendê bidin min, ezê Barzaniyan biqedînim, ewê dewleta Kurdî ava bikin, ez nahêlim ew ava bikin. min îdam nekin, ezê bibim taşeronê we, werin em bi hev re Hewlêrê dorpêç bikin.”

PKK’ê eve 32 salin li Rojhilata Navîn ti hêzek nema ku soza bidawîkirina Barzaniyan pê nedabe û serê xwe li ber wan netewandibe. Lê nekarîn tiştekê li Barzaniyan bikin. Niha jî bûne dûvikê Heşda Şeibî, ku DAÎŞ a Şîe ya ye. Esad û dewleta Tirk ketin Rojava, şerm nakin, lê ji tirsa ku Barzanî bikeve Rojava dilerizîn. Ji bo ku rêgirîyê ji bizava Barzaniyan bikin ji Rojava derxînin bi dehan kes qetil kirin û bi hezaran kes koçber kirin. Tenê ji bo ku Barzanî nekevin Rojava.

PKK’eyî ev 32 salin bi kula Barzaniyan di nalim. Lê Barzanî roj bi roj berz dibin. Kolonyalîstek nemaye ku PKK’ê li gel flort nekiribe. PKK bûye reqaseya siyasî li ser dîka kolonyalîstan. Lê siyaseta Rojhilata Navîn, ew kolonyalîst jî di nav de, dizanin ku Barzanî sîyasetmedarekî hişyar e, li ser gotina xwe rast e, lihevhatî û pîvan e. PKK Dema vê yekê dibînin dîn dibe.

Ne tenê Aram Bekir yê ev nivîsandî hare, Mistefa Qarasu jî har bûye. Qarasu dibêje çawa dibe ku Barzanî ewqas bi qîmet in. Qarasu dibêje; Barzanî ne çep e, ne Elewî ye, tenê kurd e, bi Tirkî jî nizane. Ez wek bilbil bi Tirkî dinivîsim û dipeyivim. Çima ez nikarim Barzanî derbas bikim? Dixwaze hê zêdetir êrîş bike, di medyaya ku bi rê ve dibe de jî talîmatan dide ku zêdetir êrîşî Barzanî bikin.

Ne tenê Aram Bekir dîn dibe, Cemîl Bayık jî dîn û har dibe. Cemîl Bayik dibêje çawa em nikarin zirarê bidin nav û dengê Barzanî? Ev 32 salin em li ser hesabê wan li Başûr û Bakurê Kurdistanê bi cih bûn, piştre me xiyanet li wan kir, gundên wan şewitandin, xelkê wan qetil kirin, 40 caran çûn Urmiyê û Tehranê û me soz dan Îranê ku em vê care dê Barzanî biqedînin’. Me hemû kadroyên xwe, Me hemû medyaya xwe ji bo dijminatiya Barzanî organîze kir. “Me çek wergirtin, me pere wergirt, ji bo vê yekê kamp dan me, lê dîsa jî me nekarî Barzanî biqedînin.” Cemîl Bayık li ser vê yekê hêrs û har dibe.

Aram Bekir ne tenê dîn bûye. Sabrî Ok, Sozdar Avêsta, hemû PKK’eîyên xurde mirde bi hev re dîn dibin. Çapemeniya PKK’ê ya hov nîşaneya rêveberiya PKK’ê ya hov û har e.

Dibêjin me gelek sifetên wek “Rêberê netewa Kurd, Rêberê Cîhanê” dane Ocalan, lê Barzanî nav û sloganên taybet naxwaze, lê dîsa jî ew qas bi bandor û girîng e. Û helbet hemû rêveberiya PKK’ê baş dizanin ku Evdila Ocalan ê li balafira Tirkîyê siwar bûyî çawa “gerîla, tevgera Kurd û hemû rêhevalên xwe” firot. Hemû jî dizanin ku dema Ocalan li balafirê siwar bûyî got “Dayika min Tirke ez dixwazim xizmeta dewleta Tirk bikim”. Ew şikestina ku di nava xwe de dijîn, bi êrîşa li ser Barzanî vedişêrin. Bingeha psîkolojîk a xebatê ev e.

PKK bi Dijminatiya Barzanî li herêmê zikê xwe têr dike. Kadroyên PKK’ê yên li Rojnews ê yên li Silêmaniyê dixebitin, dizanin sedema ku li Silêmaniyê bi cih bûne ‘dijminatiya PDK’ê ye. Ji bo vê jî bêdudilî, mîna kûçikekî dilsoz, êrîşî Barzanî dikin.

Kovara hefteyî ya bi navê Xwebûn jî wisa ye. Bi dilsoziya kûçikan xizmeta Qendîlê dike. Ji bo pêşdebirina zimanê kurdî bi navê xwe derketiye holê, lê dijminatiya kurdan dike. Li Amedê dijîn, bi rehetî li Silêmaniyê digerin û her roj serdana KCK’ê dikin, dewlet dizane, lê dewlet dengê xwe ji dujminên Barzanî re nake. Çima? ji ber ku dewleta Tirk pir kêfxweşe ku êrîşî Barzanî dikin.

Tenê di van 5 salên dawî de ji aliyê medyaya PDK’ê ve ti daxuyaniyek ku PKK’ê şermezar bike nehatiye dayîn. Bûyer û delîlên berbiçav hene. Lê medyaya PKK’ê vekin, tiştên ku dinivîsin, çîrok, derew, îftîra, hovîtî, çi bixwazî heye. Dişibe kîn û tirsa Seddam dema 8 hezar Barzanî bi saxî binax kirî. Ditirsin ji ber ku nikarin Barzanî hilweşînin, nefret dikin, ji ber ku dijminatiya Barzanî bûye çavkaniya qezenca PKK’ê û bi vê yekê kadro û girseyên xwe motîve dikin. Ger PKK dijminatiya Barzanî neke, nikare li herêmê nan bixwe.

 Bi bênavber li ajanekî digerin. Ne hewce ye ku dûr binerin, tenê guhdarî vîdeoyên Ocalan yên Îmraliyê bikin hûnê xayînê mezin li kêleka xwe bibînin. Ocalan hemû bîyografîya serkirde û rêxistina xwe ji dijminî re got. Çend mû di qûna cemîl, Duran, Qarayilan re ne hemû ji Tirkan re got. Dijmin ewe ewê hûn jê re dibêjin serok ango Ocalan e. 

Li xayina negerin. Dûr nenêrin, her roj binerin ew zilamê ku hûn jê re dibêjin “Rêber Apo” li pêşberî dedgeha Tirk lêborîn ji malbatên kuştîyên Tirk xwest lê wijdan û ciretê wî ne girt behsa yek şehîdê Kurd bike. Serê xwe şûr kir hember dijminî.

Hûn li Iblîs digerin. Ne hewce ye ku dûr bigerin, li vîdeoya Ocalan temaşe bikin Ji Ocalan mezintir Iblîs û xayîn tune ye, ku ji dewleta Tirk re got, werin em bi hev re planek veşartî çêbikin, piştgirî bidin me, ez ê Talabanî û Barzanî bikim kûçikê ber derîyê we” ji Ocalan Iblîstir û ji PKK’ê xayîntir ne serok û ne jî rêxistin li Kurdistanê tune ne.

Pustên heman beş