Yerlîkaya: Hejmara kesên tevlî PKKê dibin daketiye asta herî jêr

ali-yarlikaya-pkk-net

Wezirê Navxweyê Tirkiyeyê ragihand, tevlîbûna di nava PKKê de daketiye asta herî jêr û ber bi dawîbûnê diçe.

Wezîrê Navxweyê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li parlamentoya Tirkiyeyê bersiva pirsên Parlamenteran da û got, niha di nava Tirkiyeyê de hejmara kesên tevlî PKKê dibin daketiye asta herî jêr.

Yerlîkaya tekez kir, di warê tevlibûn û çalakiyên PKKê de amarên herî kem yên 22 salan tên tomarkirin.

Yerlikaya amaje bi wê da, PKK hewl dide li Iraq û Sûriyeyê hin keyanan dirust bike, lê ewê rê nedin vê yekê. 

Pustên heman beş