“Bêy guhdana biryarên navdewletî” hilbijartinên Parlamentoya Sûriyeyê tê kirin

"Bêy guhdana biryarên navdewletî" hilbijartinên Parlamentoya Sûriyeyê tê kirin

Hilbijartinên Parlamentoya Sûriyeyê îro 15 Tîrmehê birêve diçin. Aliyên kurdî boykot kirine û xelkê parêzgeha Siweydayê jî sindoqên dengdanê şewitandin.

Aliyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê hilbijartin boykot kirine, li navçeyên di destê opozîsyonê de proseya hilbijartinan nayê kirin, xelkê parêzgeha Siweydayê jî sindoqên dengdanê şewitandin.

Ev hilbijartin di demekî de ne ku piştî derketina şer di sala 2011 de ti opozsyona bi bandor di hundirê Sûriyeyê de nîne û deverên berfireh li derveyî kontrola rêjîmê mane.

Li Rojavayê Kurdistanê giringî bi hilbijartinan nayê dayîn û gelek alî van hilbijartinan boykot dikin û jiber ku dibêjin ev hilbijartin ne rewane û ti çareserîyê bi xwe re naîne.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de hilbijartin boykot kir û ragihand, rejîma Sûriyeyê dixwaze hilbijartinan pêk bîne, wek hewlekê ji bo desthilata xwe bi rêya saziyeke sexte bi hêz bike. Ev hilbijartin piştguhkirina rêkeftina civaka navdewletî li ser biryara 2254 Netewên Yekbûyî ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê ye.

Herwiha got: “li gorî biryara 2254, divê hilbijartin li welat di rewşeke ewle, bê alî û aram de bê lidarxistin, herwiha divê hilbijartin pak û dadperwer bin û hemû Sûriyên li navxwe û derveyî welat tê de beşdar bibin û di bin çavdêriya netewên yekgirtî de bin, ku çi mercek ji wê jî nîne.”

Ji aliyê xwe ve, Mecilsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) hilbijartinên Parlamentoya Sûriyeyê boykot kir û diyar kir ku divê çareseriyeke giştî li gorî biryara navdewletî (2254) pêk bê.

Herwiha MSDê bang li gelê Sûriyeyê, tevahî hêzên Niştimanî û Demokratîk kir jî ku beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Sûriyeyê nebin û got: “em girîngyê didin çareseriya siyasî ya giştî ya li gorî biryara navdewletî 2254.”

Pustên heman beş