Bi dronê êrîşî ser Bingeha Eyn Esedê hat kirin

Eyn-Esed

Careke din êrîşî ser Bingeha Asmanî ya Eyn Esedê li rojavayê Îraqê tê kirin, bê ku çi zirarên canî jê peyda bibin.

Ajansa Reutersê û medyaya Îraqî parve kiriye ku, şevêdî (Sêşem, 16.07.2024) bi rêya drona bombekirî êrîşî ser Bingeha Asmanî ya Eyn Esedê hat kirin.

Zanyaran amaje daye ku, ew êrîş ji aliyê Miqawemeya Îslamî ve li Îraqê hatiye kirin lê çi zirarên canî jê peyda nebûne.

Bingeha Asmanî ya Eyn Esedê dikeve parêzgeha Enbarê li rojavayê Îraqê, hêzên Amerîkayê li wê bingehê hatine binecihkirin û pêştir komên bi ser Miqawemeya Îslamî ve çend êrîş kirine ser wê bingehê.

Pustên heman beş