Mîtê du kadroyên îstixbarata PKKê desteser kirin

PKK-Istxbarat-Net-Info

Di operasyonekê de ku sazîya îstixbaratê ya dewleta Tirk encam daye, du kadroyên hewalgîrîya rêxistina PKKê hatin desteser kirin.

Li gorî agahiyên ku ajansa Anadoluyê îro roja pêncşemî 18\7\2024ê parvekirine, di operasyoneke MÎTê de ku li bajarê Stenbolê encam daye, herdu kadroyên îstixbarata PKKê Sadq Topaloglu bi navê kod Xelîl û her wiha Mehmet Savaş hatin desteser kirin.

Hat tesbîtkirin ku Topaloglu bi dereqanûnî çûye Qendîlê û li wir perwerdeya îstixbaratê hildaye, wê demê bi Cemîl Bayikê navê wî yê kod “Cuma” yê yek ji rêvebirên rêxistinê ye ra hevdîtin kiriye.

MÎTê tesbît kir ku Sadik Topaloglu piştî ku li Tirkiyeyê hatiye wezîfedarkirin di bin navê “rojnamegeriyê” da ji bo rêxistina PKKê agahî berhev kirine, bi Mehmet Savaş ra li ser navê rêxistinê xebatên aboriyê pêk aniye û li ser şirketên dereqanûnî ji endamên rêxistinê yên li Sûriyeyê ra melzeme peyda kirine.

Ji ber sûcê endamtiya rêxistina terorê Topaloglu û Savaş şandin girtîgehê.

Pustên heman beş