Di duyemîn salvegera êrîşa li ser Perexê de jî PKK’ê bi derew û bêexlaqiyan êrîşî ser PDK’ê kir

Di duyemîn salvegera êrîşa li ser Perexê de jî PKK’ê bi derew û bêexlaqiyan êrîşî ser PDK’ê kir

Memet Mêrdînî

Di 20ê Tîrmeha sala 2022an de hêzên dewleta Tirk êrîşek li ser gundê Perexê ku di nava sînorê îdareya serbixwe ya Zaxo de ye kir û encamên vê êrîşa hûvane demkî dirêj hatin nîqaşkirin. Ji her kesî re eşkere bû ku êrîş ne tesaduf bû, belku di çarçoveya stratejiyekê de hatibû kirin, ji ber ku Tirkiye li Rojhilata Navîn pêkhateya herî paşverû, neteweperest û faşîst e, polîtîkayeke berfireh dişopîne û serpereştiya fermana dije kurd dike. Lê belê PKK’e careke din li şûna şermezarkirina dewleta Tirk di vê bûyerê de hatiye vê mijarê careke din weke matiryaleke medyayî li dijî PDK’ê bikar bîne, PKK’ê di çapemeniya xwe de bi Soranî bi awayekî û bi Kurmancî jî bi awayekî din nûçe li ser duyemîn salvegera êrîşa Perxê nivîsandiye, lê belê tişta di her du nivîsan de wek hev dijberî û heza suçbarkirina PDK’ê ye ji aliyê Fesad û bêbextên Roj News ê.

Her kesî bi çavê xwe dît ku PDK’ê di derbarê êrîşa li ser havîngeha Perexê ku 9 geştiyarên Ereb tê de hatin kuştin û hejmarek din jî birîndar bûn bi rêya Wezareta Derve ya Îraqê ku “Fuad Husên” bi rêve dibe helwest û bertekek tund nîşanî Tirkiyeyê da. Li dijî dewleta Tirk a dagirker, Îraqê gilî li konseya ewlekariyêya Netewên Yekbûyî kir û ji konseyê daxwaz kir ku li ser êrişa hovaneya dewleta Tirk civîneke awarte lidar bixe. Li ser daxwaza Fuad Husên weke wezîrê derve yê Îraqê, konseya ewlekariyêya Neteweyên Yekbûyî di roja 22’yê Tîrmehê de bi awayekî awarte civiya û êrişa dewleta Tirk bi tundî şermezar kir, lê PKK’e di çapemeniya xwe de hewl dide gel bixapîne, ji ber ku niha hatiye û nivîsandiye PDK’ê rê neda Fuad Husên hewlên xwe berdewam bike, ev jî dereweke pirr mezin e, lê PKK’e xwe ji ti derewan nade paş, ya ji PKK’ê re girîng bi tenê reşkirin û dijatîkirina PDK’ê ye, ne ti tiştekî din.

Roj News a PKK’ê di beşa Kurmancî ya nûçeya xwe ya derew de nivîsand, “li dijî komkujiya ku dewleta Tirk li ser geştiyarên Îraqê kir, li hundir û derveyê Îraqê bertekên ew qas tund û bihêz hebûn ku dewleta Tirk neçar bike ji Herêma Kurdistanê vekişe lewra ketibû bin zextên herî mezin. Dîsa weke her carê PDK xwe xist bin baskê dewleta Tirk a dagirker û nehişt bertek bidomin û her tişt di berjewendiyên dewleta Tirk de rawestand.” li vir derew û bêexlaqiya PKK’ê û çapemeniya wê de bi zelalî tê dîtin, ji ber ku weke pêş niha me bas kirî PDK’ê bi rêya Fuad Husên helwesta xwe di derbarê vê êrîşê de eşkere kiribû, lê PKK’e li her derê li fersendekê digere ku êrîşî ser PDK’ê bike, ji PKK’ê û çapemeniya wê re pîverên exlaqî ti giringiya xwe tuneye, a li cem wan girîng bi tenê êrîşkirine ser PDK’ê ye, PKK’ê ev yek ji xwe re kiriye stratejî, ev jî ji nişka ve peyda nebûye, belku ev ji encama wê sozê peyda bûye ya ku Rêberê PKK’ê li Îmraliyê bi dewleta Tirk dayî, Rêberê PKK’ê di yekemîn lêprisîna xwe ya li Îmraliyê de pêşniyarekê bo fermandarê artêşa Tirk “Hesen Atîla Ûgur” dike û wiha dibêje:

“Niha gel nefretan li “Barzanî – Talebanî” diken. Ez baş dizanim, ku gel peywendîyeke awarte nîşanî yên me “PKK’ê” dide. Heger hûn “Tirk” pîçekê alîkariyê bidin yên me dê wan “Barzanî – Talebanî” ji meydanê rakin û piştî demekê kêm dê ev girse bi temamî bibe alîgirê me “PKK’ê – Tirkiyê”. Eve bûyereke dîrokî ye, û li gorî min divê ew “plan” gelek veşartî bimîne. Li vir bi hinek piştgiriya we “Tirk” dê her tişt çareser bibe, berê xwe bidinê, ez nebehsa pere û çekan dikim, tenê alîkariyên biçûk ji we dixwazim. Ne hewceye ku hûn “Tirk” van Barzaniyan, Talebaniyan bi hêz bikin. Hêza Barzanî û Talebanî biçûk nebînin, hêzên mezin li pişt wan hene. Hûn bawer nekin ku ew alîgirên Tirkiyê ne. Gava em bi hev re bi pirensîp kar bikin em “PKK’e – Tirk” wê bi ser bikevin. Em nahêlin ew nefesê bistînin û em wê wan bi Tirkiyê ve girê bidin. Ji bo vê jî min “plana Hewlêrê” pêşniyar kir. Derfetê bidin me ku em bi hinek Tirkmenan re kar bikin, dê ew wek kûçikan bi we ve werin girêdan.” a niha rû dide eve, anku cîbicîkirina plana Mîta Tirkiyeyê ji boy jinavbirina PDK’ê û Başûrê Kurdistanê ye, loma ev qas PKK’e bi awayekî bêexlaq êrîşî PDK’ê dike û derewan li ser servîs dike.

Çapemeniya PKK’ê bi tenê bi vê derewê razî nebû û xwest bi hin derewên din zêdetir êrîşî ser PDK’ê bike û nivêsand, “PDK’ê di yekem hewla rizgarkirina dewleta Tirk ji komkujiya Perexê Fuad Husên bê deng kir, pêngava duyemîn jî serlêdana serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê bû, ya di wê demê de herî ecêb û balkêş ew bû ku, piştî civîna Mesrûr Barzanî û Mistefa Kazimî xwepêşandanên alîgirên Muqteda Sedir li dijî Hikûmeta Îraqê dest pê kirin ku wan bi xwe jî ne dizanîn bi çi armancê wan xwepêşandana dikin. Lê pir zû eşkere bû ku ew xwepêşandanên alîgirên Sedir li hawar çûyîna dewleta Tirk e ku gel, parlementoyê û Hikûmeta Îraqê bi xwe ve mijûl kirin û perde birin ser komkujiya dewleta Tirkiya dagirker bi vî awayî bi ser bûyera komkujiyê de girtin.” belê, derew û bêexlaqyên PKK’ê di derheq PDK’ê û Başûrê Kurdistanê de bi dawî nabin, ew her tiştî wek fersend bikar tînin ji boy êrîşkirine ser PDK’ê û Barzaniyan, ji bo vê yekê xwe ji ti bêexlaqyekê nadin paş, ger na her kesê mejiyê wî hebe wê teqez bizanibe tiştên PKK bas dike ti eleqeya xwe bi vê mijarê ve tuneye, her ev maye ku PKK ji boy parastina dewleta Tirk PDK’ê weke sedema Komkujiya Dersimê, komkujiya Geliyê Zîlan û hwd destnîşan bike, bi rastî jî pir ecêbe heyanî nihe PKK ev yek nekirî.

Di nava civaka Erebî de her tiştê xerab rû bide, sedem çi be jî bila bibe, îstixbarata Îsraîlê pê tê tawanbar kirin, PKK’e jî mîna wan dike, her tişt li Kurdistanê rû bide, çi bibe bila bibe teqez wê PDK’ê armanc bike û PDK’ê tawanbar bike.

PKK’ê di vê nûçeya xwe de mîna her car xwestiye wisa nîşan bide ku “PDK’eye hertim alîkariya Tirkiyeyê dike, ger PDK’e nebe wê dewleta Tirk jinav biçe û wê tiştek bi navê Tirkiye nemîne”, PKK’e ji boy şerê xwe yê sexte yê bi Tirkiyeyê re jî PDK’ê weke sedema serkeftina dewleta Tirk destnîşan dike, helbet vê yekê jî bi tenê ji boy xapandina girseya xwe û nixumandina plan û şikestinên xwe encam dide, ger na ji xwe PDK’e li Efrîn û Serê Kaniyê nebû ku PKK’ê wir teslîmî dewleta Tirk kir, PDK’e li ti cîhekî Bakurê Kurdistanê nebû ku PKK’ê her der teslîmî dewleta dagirker a Tirkiyeyê kir, PDK’e li Herêmên sînorî yên Başûrê Kurdistanê ku bi “Herêmên Parastina Medya” bi nav dike jî nebû ku PKK’ê her der teslîmî dewleta Tirk kiri, PDK’e li ti cîhekî nebûye ku niha dewleta Tirk dagîr kiriye, belku PKK’e hebû, PKK’e heyanî niha nekariye ti cîhekî biparêze, bi  tenê kariye xeta xwe ya îxanetê, bê exlaqî û xulamtiya dewleta Tirk ji boy dagirkirina Kurdistanê biparêze, ti derewek nikare rûyê reş û xayîn ê PKK’ê veşêre, êdî xeta xîyanetê ku PKK’e û Ocalan temsîla wê dikin ji her welatparêzekî kurd re eşkere û zelal bûye.

Pustên heman beş