Îsraîlê êrîşeke esmanî li hember Husiyên Yemenê pêkanî

Îsraîlê êrîşeke esmanî li hember Husiyên Yemenê pêkanî

Îsraîlê li bendera Hudeyde ya li peravên Behra Sor a Yemenê li hember cîhên leşkerî yên Husiyên ku Îran piştevaniya wan dike êrîşeke esmanî pêkanî.

Çapemeniya Îsraîlê jî ragehand, cara yekeme Îsraîl rasterast êrîşêkî li Yemenê dike. Û li gor televîzyona Husiyên Yemenê ya El Mesîre jî di encama êrîşê de kuştî û birîndar hene.

Ji aliyê din ve Wezîrê Berevaniya îsraîlê Yoav Gallant, ragehand: ‘’Berdêlekî xwîna hemwelatiyên Îsraîlê heye. Ev li Lubnan jî, li Xeze jî, li Yemenê û li cîhên din jî hat nîşandan. Yên ku wêrektiya wan hebe êrîşî me bikin dê encamên wê waha be.’’

Serokê Parlamentoya Îsraîlê Amir Ohana jî ragehand; ‘’Ev ji bo hemû Rojhilata Navîn peyame.’’

Herwiha berdevkê leşkerî yê Husiyan Yehya Serî jî ragehand, dê li hember êrîşa li ser bajarê Hudeyde pêkhatiye bersiva wan jî hebe û got: ‘’Wekî me di daxuyaniya xwe ya berî naha de jî gotibû, Tel Avîv êdî ne cîhekî bi ewle ye.’’

Pustên heman beş