Dem û cihên hevdîtina çaverêkirî ya navbera Erdogan û Esed hatin eşkerekirin

Erdogan--Essad

Rojnameyeke Tirkiyeyî amadekariyên civîna navbera serokkomarên Tirkiye û Sûriyeyê eşkere kirine û amaje daye ku, ew civîn dê li Moskoyê li jêr çavdêriya Putin be û Serokwezîrê Îraqê jî dê yekane vexwandiyê wê civînê be, lê çavkaniyekê ji Wezareta Derve ya Tirkiyeyê ew zanyar red kirine.

Rojnameya Daily Sabah a Tirkiyeyî parve kiriye, “Hevdîtina yekê ya navbera Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esed ji dema rûdanên navxweyî yên Sûriyeyê li sala 2011ê ve dê li dawiya meha Tebaxê an jî destpêka meha Îlonê ya îsal be.”

Wê rojnameyê amaje jî daye, “Hevdîtina yekê ya navbera Erdogan û Esed dê li Moskoya paytexta Rûsyayê be, bi navbeynkariya Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, herwesa Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî dê bê vexwandin.”

Daily Sabahê eşkere jî kiriye ku, ji bo hevdîtina navbera Erdogan û Esed nayê çaverêkirin ku çi berpirsekî Îranê bê vexwandin ku li wê civînê amade bibe.

Li beranberî wê yekê jî, medyaya Tirkiyeyê ji çavkaniyeke Wezareta Derve ya welatê xwe parve kiriye ku, ew zanyarên behsa civîna Erdogan û Esed li Moskoyê dikin rast nînin, bê ku zanyarên nû li ser dawî pêşveçûnên wê hevdîtinê eşkere bike.

Ev di demekê ye ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan berî du heftiyan Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esed ji bo hevdîtineke taybet vexwand û pêşniyar kir ku hevdîtina wan li Tirkiyeyê an jî li welatê sêyê be. Bi wê vexwandinê re jî, Erdogan Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan raspart ku ji bo amadekariyên wê hevdîtinê kar bike.

Pustên heman beş