Sûdanî ji bo dezgehên hikûmetê: PKKê wekî rêkxistineke qedexekirî bidin nasandin

Sûdanî ji bo dezgehên hikûmetê: PKKê wekî rêkxistineke qedexekirî bidin nasandin

 Serokwezîrê Îraqê di nivîsareke fermî de daxwazê ji wezaret û dezgehên hikûmetê dike ku, di nivîsarên xwe yên fermî de PKKê wekî rêkxistineke qedexekirî bidin nasandin.

Serokwezîrê Îraqê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar Mihemed Şiya Sûdanî di nivîsareke fermî de daxwaz ji wezaret, dezgeh û fermangehên girêdayî hikûmetê dike ku, di daxuyanî û nivîsarên xwe yên fermî de PKKê wekî rêkxistineke qedexekirî bidin nasandin.

Ew nivîsar li roja 14.07.2024ê ji aliyê Birêveberê Giştî yê Fermangeha Karûbarên Kargêrî li Sikirtariyeta Giştî ya Civata Wezîrên Îraqê Felah Ebûdî ve ji bo nivîsîngehên her yek ji Serokê Civata Nûnerên Îraqê, cîgirên wî yên yekê û duyê, biryardêrên Civata Nûneran, Sikirtêrê Giştî yê Civata Nûneran, Cîgirê Sikirtêrê Giştî ji bo Karûbarên Kargêrî, şêwirmendên Civata Nûneran, fermangehên girêdayî Sikirtariyeta Giştî ya Civata Nûneran û her sê pişkên hûrbînî, ewelehî û peymanan hatiye arastekirin.

Ev nivîsar di demekê de ye ku, artêşa Tirkiyeyê di çend heftiyên borî de operasyonên xwe yên serbazî li dijî PKKê li sinorê qezaya Amêdiyê girantir kirine, û ji ber şer û aloziyên navbera artêşa Tirkiyeyê û PKKê hejmareke welatiyên sivîl bûne qurbanî û hejmareke donemên erdên gundiyan jî hatin şewitandin.

Aloziyên navbera Tirkiye û PKKê ji sala 1984ê heta niha berdewam in. Rêkxistina PKKê ji aliyê Îraq, Tirkiye, Amerîka û Yekîêtiya Ewropayê ve wekî “rêkxistineke teroristî” hatiye nasandin. Li dû amarên nefermî jî, ji ber şer û aloziyên wê zêdetirî 60 hezar kesan ji her du aliyan hatine kuştin.

Pustên heman beş