Li Mûsilê goreke bikom hat dîtin

Musil-gor-14

Li parêzgeha Mûsilê goreke bikom ku tê de 14 kesên ji aliyê DAIŞê ve hatibûn kuştin, hat dîtin.

Li gorî daxuyaniya Şaneya Ragihandinê ya Hêzên Ewlehiyê ya Îraqê, li navçeya Telaferê ya Mûsilê di dema vedana hîmê dibistanekê de goreke bikom hat dîtin.

Li gorî daxuyaniyê, di gora bikom de 14 term hatine dîtin ku ki aliyê DAIŞê ve hatine kuştin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo teşxîskirinê hêzên ewlehiyê term radestî rayedarên pêwendîdar kirine.

Li gorî Navenda Stratejîk a Mafên Mirovan, li Iraqê 216 gorên komî hene, 130 ji wan hatine kolandin û 86 jî nehatine kolandin. Heta niha ji wan goran 7 hezar û 367 term ji wan gorên bikom hatine derxistin.

2014an DAIŞê duyemîn bajarê herî mezin ê Îraqê kontrol kir. Piştî ku DAIŞê Mûsil kontrol kir li Şingalê li hemberî Kurdên Êzidî komkujî pêk anî.

Pustên heman beş