Yerlikaya: Me 1093 terorîst kuştine

یەرلیککایا، د ئاخاڤتنا خوە دە بەحسا شەرێ ل دژی پەکەکێ ژی کر و گۆت کو د ھەیاما کابینەیا وانا ھەتا 22 تیرمەھێ 1093 تەرۆریستێن پەکەکێ-کەجەکێ ھاتنە کوشتن.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya, di meclîsê de bersiva pirsên wekîlên partiya DEMê da û li ser gelek mijaran axivî. Ji girtina xortên Kurd ên li bajarê Mersînê heta bi girtina Şaredarê Colemêrgê, bersiva pirsan da.

Yerlikaya, di axavtina xwe de behsa şerê li dijî PKK jî kir û got ku di heyama kabîneya wan a heta 22yê Tîrmehê de 1093 terorîstên PKK-KCK hatine kuştin.

Yerlikaya, da zanîn ku di dema wan de tevlêbûna PKK ji hemû deman bêhtir kêm bûye û tenê 56 kes tev  li PKK bûne.

Yerlikaya, da zanîn ku di dema wan de 174 çalakî, ku 130 ji wan êrîşên bombeyî bûn, asteng kirine. Yerlikaya herweha got ku wan heta îro 642 rêxistinên sûcên organîze yên navnetewî, netewî û herêmî hilweşandine, 4 hezar û 321 kes girtine, 2 hezar û 272 di bin kontrola edlî de ne û 106 milyar lîre desteser kirine.

Yerlîkaya, herweha diyar kir ku wan 526 kesên di lîsteya sor de girtine û got:  “Me 35 hezar û 695 kes ji ber hilberîn û bazirganiya tiryakê, 1093 jî ji ber bikaranîna tiryakê girtin. Di nav kontrola edlî de ev hejmar ji 50 hezarî derbas bû. Di girtîgehan de 345 hezar kes hene. Ji wan 112 hezar ji ber tiryakê ne”.

Pustên heman beş