Barzaniyan Çawa Destpêkirin wê weha jî biqedînin!!!

Barzaniyan Çawa Destpêkirin wê weha jî biqedînin!!!

Bûbê Eser

Me gelek caran gotiye û nivîsiye. Gelek canik û camêran jî ji vê kêm nemane ku wê rojekê Barzaniyên tekoşer û hezkirên gelê xwe, Kurdistana Serbixwe ragihînin.

Lê gotin û nivîsên weha bi dilê dagirker û nokerên wan nîne. Ji ber ku azadî û serxwebûna Kurdistanê, wê nanê nokeran û rewşa aborî ya dagirkeran têk bibe û bikevin rewşeke ku heta demeke dirêj wê bi serxwede nayên.

Her weha hemî dagirker û nokerên wan vê yekê dizanin. Lewra tim li gel hev û bi hevre ji bona gelê Kurd ronahiyê nebîne û tim di tariyê de bijî, bi hevre kar dikin. Findek ji bona azadî û serxwebûna Kurdistanê li kîjan perçî pêkeve har çar dagirker li gel noker ango pêgirtên xwe bi hevre êrîş dikin da ku wê vemrîne. Niha jî bi nokerên xwe ango rêxistina ku ji kurdan û ya dagirkeran e, êdî karên xwe dikin. Kurd dibêjin: “Ji keto bi min keto”.

Ji roja dagirkeran ronahî li me kirin tarî. Welatê me di nava xwe de perçe kirin. Em li ser erda me kirine penaber. Aha ji wê rojê de û heta niha Barzaniyan jî li hember vê dagirkeriyê serî dananî ne. Tekoşîna azadiya Kurdistanê li gor destûr û bernameya rêbaza pîroz, dane û didin. Heger ne ji xwefiroş û xaînên nava me bana, niha zûde Kurdistana serxwebe hatibûya ragihandinê.

Dema Barzaniyan dest bi şerê azadî û serxwebûna Kurdistanê kirin, yekem biryara wan ew bû ku Kurd li ser erda xwe bibe desthilat. Her weha biryar dan ku tu desthilatên biyanî li ser serê kurdan qebûl nakin, bû. Ji ber ku ev jî xalek rêbaza pîroz bû. Hemî tekoşîna Barzaniyan li gor vê destpêkir û hêjî jî didome.

Niha kar û xebatên Barzaniyan û bi taybetî ya serok Mesûd Barzanî ew e ku di qada navneteweyî de Kurdistaneke serbixwe bidin qebûlkirinê. Ji ber ku ragihandina welatekî serbixwe jî ne weha rehet e. Gelek serêşî û aloziyên wê jî hene. LÊ piraniya kurdan vê fêm nakin. Loma hin bi niyetên paqij û hin jî bi helwestên qirêj tim vê yekê tînin zimên ku çima serok Barzanî serxwebûnê ranagihîne?

Niha ji bona xerabî, malwêraniyê û neragîhandina dewleta kurdî ya serbixwe, êdî dagirkerên me rast e rast mudaxele an destdirêjayî li ser başûrê Kurdistanê nakin. Çi dikin? Li ser destê hin partiyên ku wan li ser navê kurdan damezrandine karê xwe bi wan pêk tînin. Li ser destê partiya xwe ya bi nav kurd, lê di berjewendiya dagirkeran de ye, malwêraniyê û xerabiyên pîs li başûrê Kurdistanê didin kirinê. Sedema vê jî ew e ku çiqasî nearamî li wir hebe û serxwebûn jî ewqasî dereng bikeve.

Lê çi dibe bila bibe, kurdên ku îro xebata Barzaniyan ya ji bona Kurdistaneke serbixwe dikin, nebînin û piştgiriyê nedinê, divê mirov vê fêr bibe ku ew kesana naxwazin kurd bibin xwedî dewleta xwe.

Barzaniyan çawa dest bi şerî çekdarî ya ji bona azadî û serxwebûna kurdistanê kirin, îro jî bi dîplomasiya xwe, bi dan û stendinên xwe yên demokratîk, bi helwest û kiryarên xwe, li gor rêbaza pîroz, ji bona kurdistana delal di qada navneteweyî bi fermî weke dewleteke serbixwe bê qebûlkirinê, kar dikin.

Ev zêdeyî sed salane ku Barzanî qet ranewestiyanin û ranewestin heta ku ew Kurdistana serbixwe ranegihînin. Loma jî niha ji nû de serokê herêma Kurdisanê rêzdar Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesrûr Barzanî ketine nava dan û stendinên bi welatên ewropî û Emerikayê û bi taybetî Îngilîstanê re.Têkiliyên bi Îngilîzan re girîng e. Îqnakirina wê ji bona Kurdistaneke serbixwe, gelek pêwîst e.

Ji ber ku îro şert û mecela ragihandina dewleteke serbixwe di destê wan dewletana de ye. Heta ew vê qebûl nekin kes nikare dewleteke serbixwe ragihînin. Lê çi bikim hin kurd naxwazin vê fêm bikin.

Ragihandina Kurdistaneke serbixwe wê bibe têkçûna dagirker û pêgirtên wan. Loma jî heta ji wan bê û tê, wê bi hevre nehêlin ku Kurdistan bibe serbixwe. Lê wê serok Barzanî bi helwesta xwe ya neteweyî, dê rojekê vê mizginiyê bide gelê Kurd.

Ji vê roja pîroz re hindik maye. Divê em Kurd niha bi sebir bin, bêhn fireh bin, alîkarî û piştgirya Barzaniyan bikin û rêbaza pîroz di her çar perçên Kurdistanê de xurt bikin da ku gelê kurd ji koletiyê xilas bibe…

Barzaniyan çawa bi çek dest bi şerê azadî û serxebûna Kurdistanê kirin, niha jî li gor wê bîr û baweriya neteweyî, li ser xeta rêbaza Barzaniyê nemir, karê dîplomasiya navneteweyî dikin da ku Kurdistana serbixwe, li ser destê serok Mesûd Barzanî bê ragihandin.

Pustên heman beş