Rojnameyeke Tirkiyeyê dem û cihê hevdîtina Erdogan û Esed eşkere dike

Rojnameyeke Tirkiyeyê dem û cihê hevdîtina Erdogan û Esed eşkere dike

Medyaya Tirkiyeyê eşkere kir, tê çaverêkirin ku di Tebaxa bê de hevdîtina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Sûriyeyê Beşar Esed pêk were.

Rojnameya “Turkiye” ya nêzîkî hikûmetê belav kir, li gorî lihevkirina Serokê îstixbarata Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin û Serokê Îstixbarata Derve ya Rûsyayê Sergey Naryşkin, biryar e hevdîtina Erdogan û Esed li deriyê sînorî yê El-Kesebê were pêkanîn.

Wê rojnameyê got jî, berpirsên Tirk û Sûrî di Hezîrana borî de sê gerên danûstandinan pêk anîn, ji bo amadekirina civîna herdu serokan, ev pêvajo ber bi pêş ve diçe û dibe ku civîn di Tebaxa bê de li deriyê El-Kesebê were kirin.

Ev di demekê ye, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan berî du hefteyan Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esed ji bo hevdîtineke taybet vexwandibû û pêşniyar kiribû ku hevdîtina wan li Tirkiyeyê an jî li welatê sêyem be. Bi wê vexwandinê re jî, Erdogan Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan raspart ku ji bo amadekariyên wê hevdîtinê kar bike.

Enqereyê piştî şerê li Sûriyeyê di sala 2011an de, pêwendiyên xwe bi Şamê re qut kirin û piştgirî da opozîsyona rejîma Esed. Erdogan jî Esed wek kujer binav kiribû û daxwaza dadgehkirina wî li dadgeheke navdewletî kiribû.

Pustên heman beş