Niha hem YNK û hem jî PKKe li gorî ajandayên xwe yên siyasî bi navê rewşenbîr, siyasetmedar, çalakvanên siyasî û mafparêzên sexte di medyayê de didin axiftin. Yek jî ji wan ne çalakvane û nejî çavdêrên siyasî ne. Ev kesên ku di saziyên YNKê de kar dikin û hinek ji wan jî ji aliyê YNKê ve derbasî rêxistina Silêmaniyê ya PKKê bûne. Beşek ji wan karmendên bi mûçe yên dewleta Iraqê yan jî ya Îranê ne. Piştî ku PKKe bi YNKê ya Şîe re di eniya Şîeyan de cih girt, ev kes ji bo Yekîtiya Rewşenbîrên PKKê, saziya çand û hunerê, saziya jinan, medya û hwd li Silêmaniyê hatin erkdarkirin. Bi rêya van kesan daxuyanî û çalakiyan li gorî ajandeya siyasî ya eniya Şîe didin û di civînan de diaxivin.
Bi taybetî servîsa Tirkî ya PKKê van kesên ku gelê Başûrê Kurdistanê wan baş nas dike û ji ber vê yekê jî hurmeta wan nagire, weke kesên bi nav û deng pêşkêşî civaka Bakurê Kurdistanê û xwendevanên Tirk dike.
Yek ji wan jî Elî Kerîmî yê ji Rojhilatê Kurdistanê ye ku li Silêmaniyê dijî. Elî Kerîmî ku berê di nav hinek tevgerên Rojhilatê Kurdistanê de cih girtibû û ji ber kesayetiya xwe ya bi guman ji van tevgeran hatibû qewitandin, niha di medyaya PKKê de cih digire. Gelek derdor wisa difikirin ku Alî Kerîmî berpirsê komkirina agahiyan û manîpulasyonê ye ku Îranê li Silêmaniyê bi cih kiriye. Ev kesayeta bi şik piştî sala 2018 an ji aliyê medyaya PKKê ve hat reklamkirin.
Kerîmî ku di derbarê dewleta Îranê û kolonyalîzma Îranê de ti daxuyanî û şîroveyên wî tune, di medyaya PKKê de du erkên wî yên sereke hene:
Ya yekem belavkirina derew û dezînformasyonên ku PDKê şermezar dikin. Ya duyemîn jî pesnê rêxistina PKKê ya Rojhilatê Kurdistanê PJAK ê didin û partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên wek IKDP û PAK ê jî şermezar dikin.
Ev kesayeta ku di nava çepgiran da maye di ajîtasyon-propagandaya xwe de bêsînore, herî dawî dîsa hevpeyvînek bi çapemeniya PKKê re kir. Kerîmî di hevpeyvînê de
Dibêje “Bêyî PDKê dewleta Tirk nikare li hemberî Gerîla li ber xwe bide.” Ji ber ku Elî Kerîmî porê xwe li ber aş spî nekiribû, helbet ew çêtir dizane ku gotinên wî ne rast in. Lê tenê bi derewan û bi gotinên nerast dixwaze gel bixapîne da ku erka xwe ya “pesnê PKKê dide û PDK ê reşdike” cih bîne.
Ev ne tenê ne propagandaya Elî Kerîmî ye, helbet niha bi giştî komeke ku hewl dide têkçûna PKKê ya li Bakurê Kurdistanê veşêre û têkçûna wê ya li Başûrê Kurdistanê bi PDKê ve girêbide hene.
Lê PKKe ya ku li Bakurê Kurdistanê têk çû, dixwaze vê şikestinê bîne ser Başûrê Kurdistanê, bi taybetî Behdînan. PKKe li Bakurê Kurdistanê têk çû. Hemjî bi tûndî têk çû. Erdnîgariya Bakurê Kurdistanê bi qasî 1000 qatan ji erdnîgariya Behdînan mezintir e. Mînak herêma ku zincîre çiyayên Mûnzûrê lê PKKê jê re dibêje Eyaleta Dêrsimê, bi gelî, robar û daristanên xwe ji Behdînan 100 carî mezintir e. Lê hemû yekîneyên gerîla hatin tasfiyekirin û di nava 5 salên dawî de li vê parêzgehê yek guleyek jî neteqiyaye. Gelo ma PDKe ji vê yekê berpirsyar e?
Li cihê ku jê re dibêjin parêzgeha Amedê ku bajarên mezin ên wek Amed, Mûş, Çewlik,û Elezîz û çiyayên asê lê hene, Gerîlayên PKKê nîn in. Di van çend salên dawî de hemû yekîneyên PKKê hatin tasfiyekirin. Ev herêm jî bi firehiya xwe herî kêm 20 qatan ji Behdînanê mezintir e. Ma sedema tasfiyekirina PKKê li vir PDK ye?
Hêzên Kolonyal yên ser Kurdistanê gelek zalim in. Sîstemeke wan a pir tevlîhev heye, lê ev ne sedema têkçûna PKKê ye. Sedema têkçûna PKKê ne PDK, ne gel û ne jî ne pratî yên dî ne. PKKe li ser têkçûna Kurdan hatiye avakirin. Li cihê ku PKKe ev 40 sal in lê tevdigerîn, Kurdan her tiştê xwe li wir wenda kir. Binêrin cihên ku PKKe 40 sal in ketiye, her der wêran bûye. PKKê xwe li pişt gel veşart, got em ê gel azad bikin, girseya gel daxist qadan û avêt pêşiya dagirkerên hov. Ji bo vê jî her kesê ku li pey PKKê dimeşî ya, hemû alîve wêran bû.
Dixwazin senaryoyê ku têkoşîna netewî ya Kurdên li Bakur bi dawî kiriye, li Başûr jî biceribînin
Niha jî dixwazin senaryoyê ku têkoşîna netewî ya Kurdên li Bakur bi dawî kiriye, heman senaryoyê li başûr jî biceribînin. Navên wekî Alî Kerîmî jî ji bo ku senaryoya wêrankirina Başûrê Kurdistanê ji raya giştî re xweş xuya bike tên şixulandin. Yên ku hevsarê Elî Kerîm di dest xwe de girtî, îro ew weke kirêdar dane PKKê, sibe dê bidin yekî din. Ev ne rewşenbîr in, ev kesên ku gotin û pênûsên wan tên firotin in ango xwe firoşin. Lê mixabin di nav Kurdan de bi zimanekî wisa xurt feraseteke xayîn heye. Elî Kerîmî jî yek ji van kesan e. Niha jî xiyaneteke bi heman rengî li gelê Başûr jî dike ku li gelê Rojhelat jî kiri bû. Ev mirov bi rastî jî hêjayî bersivdayînê nî ne. Lê mixabin dema mirov ji xayinan re nebêje xayîn, bi ambalaj û etîketên wisa xemilandî wek kesên rêzdar pêşkêşî gele Kurd tên kirin.