Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê: Erdogan daye ser şopa Saddam Huseyîn

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê: Erdogan daye ser şopa Saddam Huseyîn

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di axavtina xwe ya doh de bertekên tund nîşanî êrîşên Îsraîl yên li ser Şerîda Gazzeyê da û got: “Çawa ku em ketin Qerebax û Lîbyayê emê heman tiştî li wan jî bikin. Tiştekî ku em nikarin bikin tuneye”.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Yisrael Katz, di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medya civakî de, daxuyaniyên Serokkomar Erdogan rexne kir û got:

“Erdogan li ser şopa Saddam Huseyîn dimeşe û gefa êrîşê li Îsraîlê dixwe. Bila ew bîne bîra xwe bê li wir çi qewimî û çawa bi dawî bû”.

Li ser gotinên Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Yisrael Katz, Alîkarê Serokkomar Cevdet Yilmaz, bertek nîşanî gotinên Katz ên li hemberî Erdogan da û li ser hesabê xwe yê medya civakî nerazîbûna xwe nîşan da.

Pustên heman beş