Serkirdeyekî Hizbullaha Libnanî di êrîşeke ser Beyrûtê de hat armanckirin

Serkirdeyekî Hizbullaha Libnanî di êrîşeke ser Beyrûtê de hat armanckirin

Firokeyên şer ên Îsraîlê serkirdeyekî Hizbullaha Libnanî li Taxa Başûr a Beyrûtê kire armanc.

Ajansa “Reuters” ragihand, di encama êrîşeke asmanî li ser Taxa Başûr a Beyrûtê de, serkirdeyekî payebilind ê Hizbullahê hatiye armanckirin.

Hin jêderên medyayî yên Libnanî gotin, guman tê kirin ku êrîşê Hac Muhsen, kesê duyemîn ê Hizbullahê kiriye armanc.

Ji aliyê xwe ve, Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand, wan “Fermandarê berpirsê kuştina zarokan li Mecdel Şemsê û kuştina gelek sivîlên Îsraîlê, kirine armanc.”

Medyaya Îsraîlê jî ragihand, artêşa Îsraîlê ji bo egera her bersiveke Hizbullahê li hember êrîşa li ser Taxa Başûr a Beyrûtê, ketiye rewşa amadebaşiyê.

Ev êrîş piştî wê tê, Amerîka û Ewropa berî çend rojan ji welatiyên xwe daxwaz kiribûn ku ji ber geşedanên nû yên di navbera Îsraîl û Hizbullahê de, di zûtirîn dem de ji Libnanê derkevin yan jî xwe amade bikin ku ji bo demeke dirêj bimînin.

Pustên heman beş