HRW: Tirkiye piştgiriyê dide komên sûrî yên tawanên giran kirine

HRW-Tirkiye-Info

Rêxistina Human Rights Watch (HRW) dibêje, Tirkiye bi pêşwazîkirina Mihemed Casim (Ebû Emşe) û Seyf Ebûkekir, piştgirî dide komên sûrî yên tawanên giran kirine.

HRW di raportekê de ragihand, “Di wêneyên ku li medyaya civakî hatine belavkirin de, Serokê MHPê Devlet Bahçelî ku hevpeymanê sereke yê hikûmeta Tirkiyeyê ye û serokê mafyayê Aladdîn Cakici bi germî pêşwazî li du serkirdeyên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê, Mihemed Casim û Seyf Ebûbekir kirine, ew her du kes jî bi kirina tawanan li Sûriyeyê tên tawanbarkirin û di lîsteya cezayên Amerîkayê de ne.”

HRW dibêje: “Mihemed Casim û Seyf Ebûbekir gelek binpêkirin li dijî xelkê kirine, wek revandin, eşkencekirin, destdirêjiya seksî û destdanîna ser mal û milkên xelkê.”

HRW dida zanîn: “Wêneyên medyayê yên bi vî rengî nîşan didin ku Tirkiye ne tenê van binpêkirinan çareser nake, di heman demê de pêşwazî li berpirsyaran dike û wan han dide.”

Herwiha got: “Girêdana Bahçelî bi wan her du serkirdeyên komên çekdar re, hewlên ji bo hesabpirsîna wan têk dide û erêkirina fermî ya nepenî û razîbûna ji kiryarên wan re nîşan dide.”

Ev rêxistina çavdêriya mafên mirovan tekez dike: “Mêvanperweriya eşkere ya ku li Tirkiyeyê ji van her du kesan re hatiye kirin, li dijî berpirsiyariyên Tirkiyeyê yên wekî hêzeke dagirker e û piştguhkirina aşkere li hember berpirsiyarî, dadmendî û aramiya pêşeroja li herêmê nîşan dide.”

Mihemed Casim “Ebû Emşe” serokê mîlîşyaya “Sultan Silêman Şah” e û Seyf Ebûbekir serkirdeyê grûpa “El-Hemzat” e û li gor çalakvanên Efrînê, wan her duyab ji dema dagîrkirina Efrînê ve bi sedan welatiyên Kurd revandine û bacên giran li gundiyan sepandine û destê wî di kuştina Cîgirê Serokê Encûmena Xwecihî yê Şiyê Ehmed Şêxo û gelek kesên din de heye.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê di Tebaxa 2023an de,  ceza li ser Mihemed Casim (Ebû Emşê) û Seyf Ebûbekir ragihandibûn û ew wek bi binpêkirinên mafên mirovan tawanbar kiribûn.

Pustên heman beş