New York Times: Îsmaîl Heniye bi bombeyeke li odeya wî danayî hatiye kuştin

New York Times: Îsmaîl Heniye bi bombeyeke li odeya wî danayî hatiye kuştin

Rojnameyeke Amerîkayî ji heft çavkaniyên haydar parve kiriye, kuştina Îsmaîl Heniye bi rêya bombeyekê bûye ku pêştir Israîlê derbazî Tehranê û cihê mana Heniye kiriye.

Rojnameya New York Timesê di raportekê de eşkere kiriye, ew bombe berî nêzî du mehan li cihê mana Îsmaîl Heniye hatiye veşartin, tevî ku ji aliyê artêşa Pasdarên Îranê ve zêrevanî li wê mêvanxaneyê dihat kirin û pareke mezin a komelgeheke mezin e bi navê Neşet li taxeke bakurê Tehranê.

Îsmaîl Heniye ji bo tevlîbûna di merasîmên sondxwarin û destpêkirina karî ya Serokkomarê Îranê yê nû li Tehranê bû, ku li gor çavkaniyên New York Timesê, ew bombe ji dûr ve hatiye teqandin, piştî piştrast bûne ku Heniye li odeya xwe bûye, di encamê de jî ew û zêrevanê xwe yê taybet hatine kuştin.

Li gor zanyariyên ku ji berpirsên bilind ên Îran û artêşa Pasdaran hatine belavkirin, teqîna wê bombeyê ew avahî hejandiye û hejmareke pencerên wê şkandine û bûye sedema herifîna pareke dîwarekî derve yê wê mêvanxaneyê, ku ew zirar di wî wêneyî de jî bi eynî awayî diyar bûne yê ku New York Timesê belav kiriye.

Wê rojnameyê amaje jî daye, pêştir Heniye di dema serdanên xwe yên ji bo Tehranê de çend caran li wê mêvanxaneyê maye. Vê yekê jî wesa kiriye ku bikarin bombeyekê li wê odeyê danin û ji bo dema çend heftiyan veşartî bihêlin.

Çavkaniyên New York Timesê tekez jî kiriye ku, pilana kuştina Îsmaîl Heniye çend mehan vekêşaye û çavdêriyeke berfireh li wê komelgehê hatiye kirin.

Wê rojnameya Amerîkayî ron jî kir, wê teqînê zirar gehandine avahiyê wê komelgehê, ku bûye sedema şkandina penceran û herifîna dîwarekî wê. Ev jî diyar dike ku eger ew teqîn bi rêya moşekan ba, qebareyê ziraran dê gelek mezintir ba.

Wê çavkaniyê herwesa eşkere kiriye, odeya Rêberê Bizava Cîhadî ya Îslamî ya Filistînê Ziyad Nexla nêzî cihê wê rûdanê bû û zirareke wesa negehiştiye wî, ev jî wesa şirove kiriye ku pilana kuştina Heniye bi hûrî hatiye darêtin.

Pustên heman beş