Eve demek dirêje li ser rewşa başûrê Kurdistanê û şerê Artêşa Tirk û çekdarên PKK’ê tê gotubêj kirin. Gelek kesayetên siyasî vê pirsê li ser medya civakî gotubêj dikin û herkesek li gora xwe, lê mixabin piranî ji rastiyê dûr hinek nirxandina dikin û hewldidin berê raya giştî bidin bayekî ku tu berjewendiya wê ji tevgera azadixwaz a Kurd re tuneyî.
Gelek bi zanebûn piraniya xelkê vê yekê wek pirsgirêkekî di navbera du aliyan de gotubêj dikin. Lê di rastiyê de pirsgirêk ne navbera du aliyan de ye. Yanî ne navbera PDK’ê PKK’ê de ye. Pirsgirêk nevbera PKK’ê û xelkê başûrê Kurdistanê de ye, pirsgirêk di pêşerojê de behtir bê xûyakirin di nabera PKK’ê û hukumeta Iraqê de ye heta pirsgirêk navbera PKK’ê û hevalbendên wê li başûrê Kurdistanê de ye, pirsgirêk navbera PKK’ê û YNK’ê de ye.
Li başûrê Kurdistanê desthilatek heye, hukumetek û serokatiya Herêmê û parlementoyek heye.
Pirsgirêk di navbera PKK’ê û desthilata Kurdistanê de ye. Ji ber ku, PKK desthilata Kurdistanê nas nake û rêzê li qanûn û biryarên hukumeta Kurdistanê re nagire. PKK hewl dide pirsgirêka xwe navbera xwe û PDK’ê de bide nîşandan, da ku sedemekî ji têkçûna xwe re bibîne.
Niha li vê derê pirsek derdikeve holê:
Gelo ew kesayet, aliyên siyasî yan jî her kî be ku, PDK di vê derbarê de tawanbar dikin dê bi cesaret û wêrekî bikaribin bersiva van pirsan bidin?
PIRS: Pêwendiya PKK’ê bi awayekî dezgehên dewleta Tirk a Kûr re heye yan tuneye?
PIRS: Pêwendiyên PKK’ê li gel hukumeta Iraqê û milîsên Heşda Şeibî re heye yan na?
PIRS: Pêwendiyên PKK’ê li gel Rejima Îranê û dezgehên wê yên îstixbaratê heye yan na?
PIRS: Pêwendiyên PKK’ê li gel rejima Surî heye yan na?
PIRS: PKK rêxistiyek Kurdistaniya yan na?
PIRS: PKK li gel çepên Kemalistên Tirk di nav koalisyonekî de ye yan na?
Eger herkesek xwe bi rastî niştimanperwer dibîne bi awayek zelal bersiva van pirsa bide, dê rastiya heyî jî bibîne.
Di vê demê de, herkes dizane ku, dewleta Tirk û PKK gelek bi zanebûn armanca dagirkirina Kurdistanê şerê xwe yê qirêz birine başûrê Kurdistanê. Ji bo rêxistinek ku wek PKK’ê bi destê xwe bi gotina Ocalan”15 hezar ciwan ” di nav Xwe de înfaz kiribin” fedakirina bi dehan ciwanên Kurd ji bo wan ne girîng e. PKK ciwanên Kurd bi destê Arteşa ji holê radike.
PKK bi hemû hêza xwe ya medyayê, bi hemû dam û dezgehên xwe şerê PDK’ê dike.Rojane medya PKK’ê bi zimanê berpirsên PKK’ê, PDK û Barzaniyan bi xiyanetê itham dikin. Gelek propagandeyek derew dikin û dezenfarmasyona belav dikin. Başe PDK li himber vê yekê çi dike. Deng nake û PKK’ê di vê derbarê de muxatab jî nagire. PKK ji bilî şerê medyatîk, li başûrê Kurdistanê dest çalakiyên teroristî dike. Êrîşê dezgehan dike, gelek deveran dişewitîne û li gora akilê xwe dê PDK bi van kiryaran aloz bike.
Li vê derê pirs ne helwesta PKK’ê ye. Helwesta wan a dijberiya dewletbûna Kurda eşkereye û vekirî dibêjin em rê nadin ku li başûrê Kurdistanê dewleteka netewî ya Kurda bê avakirin.
Gerek her kesayetek niştimanperwer li vê derê niqteyekî deynê û rastiya heyî û leyiztika bi destê PKK’ê tê leyiztin bibîne. Heta wek vê gavê hinek akilmend(!) ku, bi temamî ji rastiya Kurdistanê dûrin behsa wê yekê dikin ku bila PDK û PKK li hev bicin û li hevwerin , da pirsgirêka heyî çareser bikin. Ew mejiyê ku îro di vê pêvajoyê de behsa vê dike, eger biçekî dirûtsbin, bila ewilê behsa helwesta dijminatî ya PKK’ê bikin, behsa rastiya heyî bikin ,piştre behsa li hevrûniştina bikin. Herweha hinek dezgehên girêdayî PKK’ê û dîlê siyaseta PKK’ê jî wek KNKê û DEMê dibêjin: Em dixwazin PDK’ê re rûnin lê bersiva me nadin. Tu rojane kesekî bi xiyanetê itham bikî û siyaseta PKK’ê rêve bibî û rojane di medya PKK’ê de behsa xiyaneta Barzaniyan û PDK’ê bikî bi çi rûyî tu doza hevdîtina li PDK’ê dikî? Biçekî xwe ji dîlîtiya siyaseta PKK’ê bidin aliyekî û li himber PDK’ê bê ehlaqiyê nekin ka PDK li gel we rûdinê yan na? Nabê hun li ser ranê xelekê runin û tiliya bêxin di çavên wan de.
Gelo li rojavayê Kurdistanê PDK hebû ku, deverên wek Efrin, Serêkaniyê û Girê spî radestî arteşa Tirk kirin? Ev yek ji misyona PKK’ê ye.
Taybetî hinek rewşenbir û siyasetmedarên bakurê Kurdistanê, naxwazin xwe nêzikî pirsgirêka PKK’ê bikin û naxwazin PKK’ê rexne bikin. Heta wek vê gavê baweriya hinek aliyan heye ku li gel PKK’ê di hinek qadan de hevkariyê jî bikin.
Îro armanca PKK’ê aloz kirina PDK’ê ye. PDK xweda neke têkherê, herêma Kurdistana Başûr têk diçe, PDK têkherê destkeftiyên netewî Kurdistanî têkdiçin,PDK têkherê xwewna serxwebûna Kurdistanê têkdiçe.
Cardin rexnekirina hinek kêmasiyên PDK’ê tişteke, lê pişta xwe bidî siyaseta PKK’ê û PDK’ê rexne bikî dibe tiştek din. Eger siyasetmedar vê yekê nebînin dê bikevin kurtalek xirab û lewitî de ku tu cara jê neyên pakij kirin.
Li qada navnetewî birênin, serokê Herêma Kurdistanê li her welatekî wek serokê dewletekî tê pêşwazî kirin, Ala Kurdistanê li paytextê gelek welatan tê bilindkirin. Kurd ji vê sayê ji ithamên terorê têne şûştin û doza wan ya rewa dikeva rojeva cihanê de. Her carê dema weney Nêçîrvan Barzanî li tenişta serokê welatekî derdikeve wek kurd mirov pê serbilinde. Gerek em wek Kurd vê rastiyê bibînin û li gora wê jî tevbigerin.
Di bingehê xwe de PKK şerê vê gurura û serbilindiya Kurdan dike. Veca eger ev rastî neyê têgihandin,gelek zehmetî di têgihandina kesayetan a rastiyê de heye.
ROJEVAKURD