Çima Barzanî û rêbaza wan?

Barzaniyan Çawa Destpêkirin wê weha jî biqedînin!!!

Bûbê Eser

Dema em li tevgera azadîxwaz ya Barzaniyan dinêrin, dixwînin û dibînin ku ji bona berdewamiya tekoşîna azadî û serxwebûna Kurdistanê tim di nava hewldanan de bûne. Ji bona keda wan, tekoşîn, berxwedan û serîhildanên wan yên li hember dagirkeran têk neçe, tim bi hazirî, aramî û bi aqilane tevgeriya ne. Li gor vê jî rêbaza xwe danîne.

Di tevgerên her çar perçên Kurdistanê de tu kes û rêxistinan weke Barzaniyan dost û dijminê xwe nasnekirine. Lewra jî wan tim li ser vî asasî bi naskirina dost û dijmanên xwe, karê xwe heta niha meşandine û wê ji niha û pêde jî bidomînin. Dema mirov xwedî rêbazekê be, wê tekoşîna mirov her berdewam be, heta mirov xwe bighêjîne armanca xwe. Ê Barzaniyan jî weha bû.

Min xwest bêjim ku divê Kurd bi tevger û partiyên xwe, bi dehan caran dîroka Barzaniyan bixwînin. Bibîne wan çawa heta roja îro dev ji tekoşîna azadiya Kurdistanê bernedane. Bibînin wan çawa Kurd li Başûrê Kurdistanê kirin xwedî dewleteke federe ku sibê ew ê bibe dewleteke serbixwe jî. Ji ber ku dîroka Barzaniyan li gor rêbaza wan danîbû, hatibû û tê meşandinê.

Dema Barzaniyan dest bi şerê azadiya Kurdistanê kirin. Li ser asasê ku bikaribin dost û dijminan ji hev veqetînin, bû. Ew asas ji bona tekoşîn, berxwedan û serîhildana wan têk neçe, bû. Ji ber vê bû ku rêbaza xwe danîn.

Piştî salên 1900 tevger û rêveberiya wan tim bi du kes û kesayetiyan hatiye bi rêvebirinê. Heger em dema herdu Abdulselaman hesab nekin. Piştî dem û dewrana wan êdî rêvebirî an pêşkêşiya Barzaniyan ya ji bona azadî û serxwebûna welatê wan ê bindest, tim bi du kesayetiyan hatiye û tê bi rêvebirinê. Di dema xwe de nemiran Şêx Abdulselam û şêx Mihemed bûn. Dûre şêx Ehmet û Mistefa Barzanî bûn ku ji bona azadî û serxwebûna Kurdistanê tevger bi rêve dibirin.

Di nava wê tevgerê de wan her kar û xebata ku rojekê ew koç bikin dê kî wê şûna wan bigire da ku tevger têk neçe. Loma jî bi hazirî û bi zanîna Barzaniyê nemir her wî du kes destnîşan kiribû ku piştî wî dê ew tevgerê bi rêve bibin.

Her wiha jî bû û du kes, du kesayetiyên ku wê sibêrojê şûna wî bigirtana destnîşan kiribû. Yek ji wan nemir Îdrîs Barzanî û ê din jî rêzdar Mesûd Barzanî bû. Lewra piştî koçkirina nemir Barzanî, tevger û berxwedana miletê Kurd ya bi serpereştiya Barzaniyan nesekinî. Li xwe ne heyirîn û rêzdar Mesûd Barzanî kirin serokê partiyê û rêvebirê tevgera azadîxwaz. Ji ber ku ev jî xalek ji xalên rêbazê bû.

Lê her çiqasî rêzdar serok Mesûd Barzanî jî bû, tim ew û nemir Îdrîs Barzanî li gel hev û bi yek biryarê karê tevgera azadîxwaz dimeşandin. Piştî koçkirina nemir Îdrîs Barzanî. Êdî barê giran mabû li ser pişta rêzdar Mesûd Barzanî ku ew jî kesayetiyekî xwedî helwest û bi gotinên xwe hîmekî rêbaza pîroz bû.

Her Barzaniyan hazirî kirin ku piştî rêzdar Mesûd Barzanî jî valahiya di tevgera azadîxwaz û serxwebûnxwaza gelê Kurd de nebe, Wan di nava xwe de vê carê jî rêzdaran Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî hazir kirin ku partî û tevgera wan têk neçe.

Ji ber ku Barzaniyan dîroka xwe û ya gelê Kurd baş zanîbûn û dizanin ku çi dema serokatiya gelê Kurd têk çû ye, tevgera azadîxwaz nemaye. Loma ji bona gelê Kurd bê serokatî nemîne û tevgerên wan têk neçe, wan ji roja ewil de ev yek dizanîbûn. Ji ber vê ev jî kirin xaleke rêbazê. Li gor wê jî bi hazirî karê xwe mesandine û didomînin.

Lê niha em bala xwe didinê ku Barzaniyan her ev yek kirine û dikin. Loma jî ked, berxwedan û serîhildanên wan bi avê de neçûn. Em îro weke Kurd li başûrê Kurdistanê bûne xwedî dewleteke Kurdistanî ya Federe.

Barzanî dizanin ku ji bona Kurdistaneke serbixwe wê dem û wext zêde be. Loma karê xwe yên bikaribin li dû herdu rêzdaran (Nêçîrvan û Mesrûr) bidomîne ji niha de haziriya xwe dikin. Ji ber vê jî ji niha de ew hêja Îdrîs Nêçîrvan Barzanî û Arîn Mesrûr Barzanî, hazir dikin ku sibê Kurd û partî bê serok nemînin.

Gelo di kîjan tevger û partiyên Kurdistanê de ev sîstem heye? Tune ye. Ji ber vêye ku serîhildan û tevgerên perçên din bi ser neketine. Çi dema serok û serokatiya partiyên wan têk çûye, tevgera azadîxwaz jî nehatiye domandin. Bi komkujiyên mezin dawî li şoreşê hatiye. Lê ya Barzaniyan ne weha bû. Çi dema tevger têk çûye, careke din û bi hêzeke mezintir û saxlemtir dîsa derketine hemberî dagirkerên xwe.

Pustên heman beş