Memet Mêrdînî
Kesên ku di jiyana xwe de qet derewan nakin pirr hindikin, di olên esmanî de jî hin caran rê bi derewkirinê hatiye dayîn, lê bi mercekî ew derew bibe sedema parastina oldarekî ji mirinê û ti zirara wê derewê ji boy kes yan aliyek din nebe, anku mirov dikare bibêje pirr caran kes neçar dibin derewan bikin, lê belê kes û aliyên hertim derwan dikin û tişta rast ji devê wan dernekeve jî hene, PKK’e jî yek ji van aliyane, rêveberên PKK’ê bi giştî bi derewan dest baxaftina xwe dikin, vê jî têrî PKK’ê nekir, niha PKK’e bi rêya hin kesan ku weke rojnameger yan hunermend dide naskirin derewên xwe zêdetir dike û dixwaze bi vî rengî tişta şaş weke rastî û tişta rastî jî weke şaşitî bi gel bide bawerkirin.
Rêveberiya PKK’ê her kes û aliyekî tawanbar dike û ji bo ku bandoreke hestiyar çêbike nîqaşên nû dirust dike. Piraniya caran van nîqaşan yan bi navên heqîqî yên rêveberên xwe yan jî bi navên neheqîqî di çapemeniyê de germ dike, lê di van salên dawiyê de êdî tev sînorên exlaqî derbas kirine, di niha de li ser navê hin ciwanan ku wan weke hunermend û rojnameger dide naskirin pêtirîn derewan dike, derewên ewqas bêexlaqane û qirêj ku kesekî hinekî mêjî di serê wî de hebe nikare bawer bike, lê belê PKK’e vê yekê bi awayekî rêkxistî dike û mixabin heyanî radeyekî jî kariye di vê projeya xwe de serketî be.
PKK’e di van salên dawî da hewl ddet di her bûyereka îroyîn û dîrokî da PDK’ê û Barzaniyan û herêma Kurdistanê sûçbar bike, daku xwe ji bo êrîşa li dijî Herêma Kurdistanê û hêzên pêşmerge amade bike. Di vî warî da di van salên dawiyê da di medyaya PKK’ê da hovîtyeke mezin a nûçeyên sexte heye. Di demên dawî da rêveberên PKK’ê rasterast van derewan tînin ziman, ji bilî rêveberên PKK’ê niha PKK’e hin kesên bênirx bi pere kirê girtine û derewan bi wan dide kirin, ev kesane ji her çar perçeyên Kurdistanê ne, derew û bêexlaqiyan di derheq her kes û aliyekî dikin, PKK’e tê nebe.
Tevî ku axaftinên van kesane derewên eşkere ne, lê ji ber ku her tim dubare dikin, bêy ku delîl di destê wan de hebe bi rêya sosyal Medyayê van derewan îstîsmar dikin, kesên ku PKK’e weke rojnameger dide naskirin, li ser navê kesên ji Ewropayê û saziyên îstîxbaratê yên dewletên Ewropayê û Amerîkayê derewan servîs dikin û parve dikin, bêy ku ti delîlekî nîşan bidin, bi tenê dibêjin, flan kes yan flan saziya îstîxbaratî ev yek di derbarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Barzaniyan û hwd de gotiye, bêy ku carekî yek ji alîgirên PKK’ê ji wan bipirse, gelo belgeya te çiye? Ev axaftina dewletên Ewropa yan Amerîkayê te li ko anî, li kuderê hatiye nivêsandin? Rojname, TV yan rojnamegerê tu bas dikî li kîjan welatî kar dikin û çima tu naveroka nivîsên wan û lînka mijarê berçav nakî? Bê fikirîn tev derewan bawer dikin û dixwazin bi hemûyan jî bidin bawer kirin, her wiha bêhûrmetîyeke mezin bi kesên bawer nekin, dikin, û wan weke kole û kesên nezan pênase dikin.
Ti şik û goman tuneye ku ragihandina PKK’ê ragihandineke dije Kurd e. Di ragihandina PKK’ê de ti nirxên kurdewarî di warê exlaqî, mebdeî û netewî de tune. Mîna şerfiroşên li stadyuman, bêedeb, bêrûmet û êrîşkarin. Winda bikin êrîş dikin ser bikevin jî dîsa êrîş dikin.
Belê, medyaya PKK’ê bi rastî tevgereke dije Kurd e. Di van demên dawî de bêhna xîyaneta genî ji vê ragehandinê difire. Loma jî bi tenê kesên nezan, bêhûrmet û kirêgirtî di ragihandina PKK’ê de cî digirin û dixwazin bi bêhûrmetîkirin bi nirxên Kurdan, derew û xîyaneta xwe û partiya xwe biveşêrin, lê belê êdî nema Kurd bawer ji derew û virekên PKK’ê bikin, êdî her kes dibîne û dizane ka kî welatparêz û li ser xetek netewî dimeşe û kî jî bûye darê di destê dewletên dagirker de û bûye pirek ji dagirkeran re ji boy dagirkirina tev parçeyên Kurdistanê, bi axaftin û derew û êrîşên li ser PDK’ê û Barzanî ti kes û aliyek nikare xîyaneta Ocalan û partiya wî ku temsîla xeta xîyanetê li her çar parçeyên Kurdistanê dike biveşêre.