Yek ji parlamenterên Heşdî Şebî ku di heman dem de berpirsekî leşkerî yê ser bi Heşdî Şebî ye, heyanî niha 1 milyar dînar xerc kirine heya ku bikaribe namzedê xwe bike birêveberê nahiya Beşîqe.
Çavkaniyên taybet yên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, Waad Qedo Parlamenterê Îraqê yek milyar dînar xerc kirine heyanî bikaribe “Fuad Ehmed Yusuf Elî El-Axa” namzedê lîwaya 30 ya Heşdî Şebî ji aliyê encûmena parêzgeha Neynewayê ve weke birêveberê nahiya Beşîqe were destnîşankirin.
Çavkaniyên Darka Mazî tekez kirin, ev yek di demekî de ye ku pêş niha Fuad Yusuf bi sûça dest danîne ser perçek erd bi awayekî neqanûnî li bajarokê Beşîqe, ji aliyê fermangeha emlakên Neynewayê ve gilî li ser hatibû tomarkirin û di roja 30/1/2024an de ji aliyê serokatiya dadgeha temîzê ya Neynewayê ve li gor yasaya Îraqê ya jimare 475 biryara zindankirinê bo dema 1 sal bo hatibû birîn, lê belê heyanî niha ev biryar nehatiye cîbicî kirin.
Gelo Waad Qedo kîye?
Waad Qedo yek ji parlamenterên Îraqê ye ku di heman dem de berpirsê lîwaya 30 ya Heşdî Şebî ye, di sala 1971an de li Mûslê ji dayik bûye, bi Ebu Cefer El-Şebekî tê naskirin, birayê Henîn Qedo parlamenterê Îraqê ye, di sala 2015an de ji Elmanyayê vegeriyaye Îraqê, berpirsê lîwaya 30 ya Heşdî Şebî ye, li ser lîsta Dewleta Yasa ya Nûrî Maliki namzed bûye û bûye parlamenter, di sala 2019an de di nava lîsteya cezayên Amerîkayê de cî girtiye.