Rojnameya “Telegraph” a Birîtanî ragihand, Supaya Pasdarên Îranê fişar li ser Serokê Îranê Mesûd Pizîşkiyan zêde kirine, da ku êrîşî Telavîvê bike. Lê Pizîşkiyan pêşniyar kiriye ku li şûna êrişên rasterast li ser xaka Îsraîlê, êrîş li ser bingehên Îsraîlê yên li welatên cîran bên kirin.
Rojnameya “Telegraph” ragihand, serokê nû yê Îranê Mesûd Pizîşkiyan daxwaz ji Supaya Pasdaran kiriye, ku li şûna Îsraîlê, er êrişî bingehên Îsraîlê yên li welatên cîran bikin, da ku rê li ber şerekî berfireh bigire. Lê bi şertê ku ew welatên cîran beriya êrîşan bên agahdarkirin.
Rojnameya Brîtanî li ser zarê çend jêderan belav kiriye, nakokiyeke tund di navbera serokkomarê nû yê Îranê û berpirsên pilebilind ên Supaya Pasdaran de, li ser çawaniya bersivdana Îsraîlê û tolhildana kuştina Serokê Polîtburoya Hemasê Îsmaîl Heniye li Tehranê heye.
Li gorî rojnameyê, fermandarên Supaya Pasdaran bi niyaz in ku rasterast êrişî Tel Avîvê û bajarên din ên Îsraîlê bikin, lê Pizîşkiyên li wan pêşniyar kirine ku li şûna êrişên rasterast, baştir e ku baregehên Israîlî li welatên cîran bikin armanc.
Jêderekî nêzîkî serokomarê nû yê Îranê ji “Telegraph” re got: “Pizîşkiyan ji her êrîşeke rasterast li ser Îsraîlê nîgeran e. Bi baweriya wî, ku Îran bi şens bû ku piştî êrîşên Îranê yên li ser Îsraîlê di 13ê Nîsana borî de, nekete şerekî rasterast bi Îsraîlê re, lewra garantî nîne ku heman çarenivîs dubare bibe.”
Li gor jêderên ji rewşa navxweyî ya Îranê agahdar in, Supaya Pasdarên Îranê tekezî li ser êrîşa rasterast li ser Îsraîl dike, ku ev jî wek hewla lawazkirina serokomarê nû tê dîtin, ku biryara dawî derbarê çawaniya tolhildanê de, ji aliyê Rêberê Bilind ve tê dayîn.
Supaya Pasdarên Îranê bi hinceta hebûna binkeya Mossad a Îsraîlê, du caran bi mûşekan êrîşî malên bazirganên Herêma Kurdistanê kiriye. Cara yekem: Şeva 13ê Adara 2022an, Îranê bi mûşekan êrîşî mala Şêx Baz Berzincî li Hewlêrê kir, ku tenê ziyanên madî jê derketin.
Cara duyem jî, Îranê şeva 15ê Çileya 2024an, bi mûşekan êrîşî mala Pêşrew Dizeyî kir, ku di encamê de ew, keça wî ya yek salî, karsazekî Xiristan û karmendeke Fîlîpînî hatin kuştin.
Lê di her du êrîşan de, Komîteya Lêgerîna Rastiyan a Iraqî ya bi serokatiya Şêwirmendê Asayişa Niştimanî Qasim El-Arecî got, ew xanî malên welatiyên asayî ne û gotegotên ku dibêjin ew baregehên Mossad ên Îsraîlê ne, red kirin.