Di rêbazê de referandûma bo Kurdistaneke serbixwe!!

Di rêbazê de referandûma bo Kurdistaneke serbixwe!!

Bûbê Eser

Li hin welatên azadkirî de, carna hin kêşe ango problem derdikevin ku desthilat nikarin wê çareser bike. Loma ji bona çareseriyê jî ew dengê gelê xwe digirin, ka ew çi dibêjin û dixwazin. Bi vê dengdanê ango bi rêya referandûmê problema nava xwe çareser dikin. Ji ber vê ye ku referandûm rêya çareseriya herî maqûl û demokratîk e.

Barzanîyan zêdeyî sed salan e ku li hember dagirkeriya her çar dagirkerên Kurdistanê serê xwe netewandine û li hember zilma wan bê deng nemane. Bi tekoşîn û berxwedana xwe li gor rêbaza pîroz wan di sala 1991ê de Kurdistan azad kir.

Lê weke tê zanîn ku avedankiria welatekî ji dema şerê çekdarî zehmetir e. Barzanî di vê zanebûne de bûn. Loma wan gav bi gav welatê xwe ê azadkirî li gor xalên rêbaza pîroz, avedan kirin û hêjî dikin. Dam û dezgehên xwe damezirandin da ku rojekê Kurdistan bibe deweleteke serbixwe ya kurdistaniyan.

Kar û xebatên Barzaniyan, rabûn û rûniştinên wan hemî ji bona Kurdistaneke serbixwe bû û ye. Lê weke tê zanîn ku di şert û mercên îro de damezrandina dewleteke serbixwe weke kurdistana ku bûye çar perçe, gelekî zehmet e.

Barzaniyan û bi taybetî serok Mesûd Barzanî di vê zanebûnê de bû ku divê êdî gavên berbi serxwebûnê bihatana avêtin. Pêngava vê ya ewil jî pêkanîna referandûmekê bû. Daxwaz ji vê ew bû ku serok Mesûd Barzanî fêr bibe, gelo gelê wî çi dixwaze da ku li gor wê gavên xwe bavêje. Kar û xebatên xwe li gor wê nûjen bike.

Bi biryara referandûma ku serok Barzanî dabû, dijminê me li gel nokerên xwe yên kurd ji nûde har kiri bû. Ji ber vê bû ku dagirkeran hemî problemên nava xwe rakirin û li dij referandûmê rawestiyan ku ew nebe ango pêk neyê. Li hevkirina wan li ser asasê ku refarandûma 25 îlona 2017 pêk neyê. Lê bi serneketin.

Di biryardayîna referandûmê de hat zanîn û eşkere bû ku hin kurd û partiyên wan ji dagirkeran bêtir li dijî referandûma ji bona Kurdistaneke serbixwe, rawestiyabûn. Ji ber ku piştî referandûmê û ragihandina dewleteke serbixwe, dê cihê wan di Kurdistanê de nemana.

Xuya ye piştî damezrandina kurdistaneke serbixwe êdî sîxur û cahsên me yên kurd dê nikaribin li gor daxwazên dijmin, hespên xwe li ser erda azad, bidin çargavê. Ji ber vê bû ku ew li dijî referandûmê bûn…

Divê kurdên dilsoz vê bibînin û bi hemî hêz û qawatên xwe ji bona referandûma gelê kurd gotibû erê, bikeve jiyanê, li gel Barzaniyan kar û xebatê bikin. Ew jî bi yekrêziya partiyên başûrê kurdistanê, li ser asasê xeta neteweyî, dibe. Li hevkirina wan û bi yek cêşa leşkerî ya Kurdistanê, daxwaza serok Barzanî dê pêk bê. Heta ku vana çareser nebin an nekin, zehmete ku serxwebûn ango biryara referandûmê bikeve jiyanê û kurd bibin xwedî kurdistaneke serbixwe.

Barzaniyên ku di vê zanebûnê de ne û li gor rêbaza pîroz tevdigerin, niha hemî xebatên xwe kirine ji bona yekrêziya partiyên başûrê kurdistanê. Ji ber ku xalek ji xala rêbaza pîroz ew e ku divê kurd li hev bikin. Divê di nava wan de yek rêzî û pêkvejiyan hebe. Divê kurd ne dijminê hev bin.

Lê hin xêrnexwaz û hin ji partiyên kurdan ku bi destê dijminan hatine damezrandin, ji bona kurdan bixapînin tim dibêjin û gotibûn: ”Referandûm rêya Kurdistana Barzaniyan vedike. Loma em piştgiriyê nadin referandûmê û ji me bê em ê nexwazin ew pêk jî bê”.

Lê Barzaniyan bi helwest, qerar û li gor rêbaza pîroz ji bona ku referandûmeke weha pêk bê, xebat kiribûn û ew pêk anîn. Piştî pêkanîna wê jî, hate fêm kirin ku Kurd dewleta xwe ya serbixwe dixwaze.

Heger miletek bê dewlet be, heger xelkek dewleta wî tunebe, ew milet, ew xelk dê tim sêwî bin. Ji ber ku dewlet bav e. Kesên sêwî jî her tade û zilm lê tê. Ji ber ku kesên sêwî bê hêz in, bê qawet û bê piştgir in. Aha hemî xebata Barzaniyan ya li gor rêbaza pîroz ew e ku kurdan ji vê Sêwîtiyê rizgar bike.

Ma ne ev bi sedan sal in kurd ji ber sêwîbûna xwe, hat û tê qetilkirin, hat û tê enfalkirin, bi bombeyên Jahrê têne kuştin. Ma ne ji ber vê bê dewletbûnê ye ku welatê me kurdistana şêrin her tê wêrankirin. Aha xebata Barzaniyan ew e ku Kurdan ji van wêraniyan xelas bike, kar û xebat kirine û dikin.

Divê kurd êdî ji vê rewşa nazîk ku em berbi serxwebûnê ve diharin, haydar bin. Bi aqilmendî tevbigerin. Bi çavên xwe bibînin, bi guhên xwe bibihîzin û li gor mejiyê kurdewarî jî tev bigerin ku wê rêbaza pîroz, wan bighêjîne mafê wan ê rewa ku ew jî Kurdistaneke serbixwe ye…

Me hemiyan dît ku piştî referandûmê dijmin û pêgirtên xwe, çawa bi hevre û li ser asasê tunekirina kurdan û Barzaniyan tevgeriyan û digerin. Me bihîst ku bê çawa zirt û fort li kurdan û bi taybetî li serok Barzanî dikirin. Lê serok Barzanî ew li gel hemî gefên dijmin û pêgirtên wan yên kurd, Referandûma serxwebûna kurdistanê pêk anî û kilîta deriyê Kurdistaneke serbixwe kire bêrîka xwe. Dema wextê wê hat, wê serok Barzanî, wî deriyî ji bona kurdan veke.

Heger kurd di roja 25 îlona 2017an de nebûbana yek, bi awayekî girseyî piştgiriya hebûna xwe nekiribûna, wê tune bibana. Tunebûna başûrê Kurdistanê û Barzaniyan jî tê wateya êdî kurd jî dê weke kurd nemana û nemîne. Ji xwe daxwaza dagirkeran û pêgirtên wan jî ev e.

Yekem car e ku bi serpereştiya serok Barzanî û li gor xala rêbaza pîroz, referandûma serxwebûna kurdistanê pêk hetibû. Divê ev roj bibe cejna kurdan ya herî mezin. Lazim e ku di vê roje de hemî kurdên cihanê bi gelemperî wê pîroz bikin. Çawa ku derketandina rojê ji şefaqê diyar dibe, serxwebûna Kurdistanê jî bi rêya vê referandûmê dê pêk bê. Ji ber ku Kurdistaneke serbixwe xala herî girîng û pêwîst ya rêbazê ye.