10 e mîn salvegera Jenosîda Şengalê derbas bû. Êşa Êzidiyan hê jî weke roja ewil taze ye û bi dehan pirsgirêk li ser êşan zêde bûne. Êzidiyan hîna jî travmaya komkujiyê derbas nekirine. Tişta ku divê niha bê kirin ew e ku were nîqaşkirin ka projeyên dê çawa Êzidî ji vê trawmayê derbas bikin bên çêkirin. Lê nezîk bûn ne wisa ye. Niha êşên Êzidiyan veguheriye pirsgirêkeke mezin a qezenca maddî. Travma û êşa ku Êzidiyan jiyane, li gorî ajandeya siyasî û bazirganî tê bikaranîn. Di vê îstîsmar û showê de aktorê herî mezin PKKe ye. PKKê di 10 salîya komkujiyê de tenê show va xwe kir.
Ji bo PKKê Êzidîtî û Şengal bûne mijareke qazancê û bêyî wê nabe. Sedema vê ne helwesta PKKê ya welatparêzî û hezkirina Êzidiyan e. Ji bo PKKê Êzîdî bûne gerîyê pezê ajotinê.
Çawa ku xwediyê pez ji goşt, şîr, û zibilê pez sûd werdigire, PKKe jî bi heman awayî ji Êzidiyan sûd werdigire. Çawa ku xwediyê pez di dawiyê de yan wê bixwe yan jî wê bifiroşe, PKKe jî li benda dema guncav e ku şêniyên Şengalê bixwe û bifiroşe. Şêniyên Şengalê berxê qurbanê yên PKKê ne.
Ger niha biryarek bihata girtin û bihatana gotin, “PKKe ji Şengalê derkeve, wê Şengal bibe dewleteke serbixwe”. PKK vê yekê qabûl nake. Ji ber ku niyeta PKKê nîne ku ji bo berjewendiyên gelê Şengalê tiştekî bike.
Yanî êşa gelê Şengalê bûye nanê PKKê. Heger Mustafa Qarasûyê ku peyvek Kurdî nizane û Besê Hozat a ku ji nirxên Kurdistanê tiştekî nizane, qirika xwe di dirînin û dibêjin “Şengal girêdayî Iraqê ye, Şengal ne Kurdistan e” destkeftiyên PKKê li pişt vê gotinê heye.
Em vê qazanca PKKê di bin çend sernavan de li jêr binivîsin:
Qezencên PKKê yên aborî: PKKe ciwanên Şengalê bi kirê dide Heşda Şeabî
PKKe 30 sal in xwedî şebekeke mezin a pereyên reş bi navê gumrik, bac û ceza de komdike. Bi taybetî li Ewropa, Bakurê Kurdistanê û Îranê xwedî şebeke mezin bû. Di van 12 salên dawî de Rojava û Şengalê jî kete nava vê şebeka qazancê ya PKKê de.
Di berdêla Şengalê de PKKe ji eniya Şîe ya bi pêşengiya Îranê sûdeke mezin distîne. Xeteke bazirganiya tiryak, çek û ticareta bêqeyd di ser Îran-Silêmanî-Kerkûk-Mûsil û Şengalê re derbasî Rojava dibe. Dema ku gelê Şengalê bi çend tankên avê û bi jeneratora ku çend saetan elektrîkê hewlên jîyanê dide, Li heman cihî li Şengalê komîteya Maliyê ya PKKê bi milyonan dolar pere dişîne kaseya PKKê. Paşê jî bi çend xeyalên çêkirî dibêje “em alîkariya we dikin” bi vê derewê raya giştî dixapîne.
Helbet çekdarên PKKê yên ku cilên Heşdî Şeibî li xwe kirî jî li Şengalê ne. Ev pêkhateya ku di bin navê YBŞê de hatiye organîzekirin, di saziyên fermî yên Iraqê de nayê naskirin. Navê YBŞê navek e ku ji bo xapandina raya giştî ya Kurd hatiye îcadkirin, naxwe li Iraqê kes ne YBŞ û ne jî saziyeke din a PKKê nas nake. Di bingeh de hemû Heşdî Şeibî ne. Heşda Şeibî her meh 650 dolar mûçe dide van hêzan. Li aliyê din PKKe li gorî rutba YBŞê di navbera 400 û 500 dolarî bo wan dihêle. Yanî ciwanên Êzidî dide kirê û ji meaşê wan 100 heta 250 dolar ji bo xwe jê dibire.
Di nav sedemên ku PKKe penaberên di kampan de dimînin bangî Şengalê dike, ev pergala aborî jî cihekî girîng digire. Şengaliyên belengaz dê vegerin û neçar bimînin ku biçin cem PKKê û PKKe jî dê wan bi kirê bidin Heşda Şeibî.
Ji Silêmaniyê heta Bexdayê û ji wir jî heta Belçîkayê kadroyên PKKê rantê Êzidiyan dixwin
PKKe di dîroka xwe ya 40 salî de ji gelê Bakurê Kurdistanê hemî alîde sûdmend bû. Gel mawê 40 sala şervan û pere dan PKKê. Lê PKKê beramberî vê ew asîmîle kirin hemû nirxên Kurdayetî bi wan da berzekirin û ew pûç kirin. Şengal ji bo PKKê herêmeke beyar e. Bi salan bi gotina ku em ê Bakur ji dagirkeriyê rizgar bikin û dewletekê ava bikin, ji xwe re çerxek rantê ava kirin û gel rep û rût kirin. niha jî li Şengalê rêveberîya Xweser îlan dikin û dirûşmeyên nû peyda dikin.
Rêveberên PKKê li ser van dirûşmeyan jiyan û çalakiyên xwe ava dikin. Mînak, eger Nîlûfer Koç û Zûbeyîr Aydar li Belçîka li ser qezenca ku ji êş û azarên Êzidiyan distînin,dijîn.
Ger kadroyên PKKê bi rehetî di vîlleyên luks ên li Gundê Elmanî ê Silêmaniyê û Guheşe City de bijîn, helbet ev di berdêla qezenca wan ya Şengalê ye. Her wiha li taxên luks ên weke Kerada li Bexdayê ji bo bicihanîna erkên xwe yên li Şengalê ji van îmtiyazan sûd werdigirin.
Ger PKKe li ser navê şîrketên ne yasayî li firokexana Silêmanîyê ji xwe re dûrbîn, alavên termîk bi rihetî dabîn bikin ew berdêla ku PKKe di xwaze Şengalê ji Kurdistanê qut bike rêveberîya Bexda jî ber vê armancê dengê xwe ji PKKê re nake.
PKKe li Şengalê cerdevan e
Dewleta Iraqê û hizra kûr a li pişt wê xwedî ajandayeke mezin e ku Herêma Kurdistanê biçûk bike. Hêza xwerêveberiyê û xaka Kurdistanê her roj parçe bi parçe kêm dibe. Şengal beşeke girîng a vê ajandayê ye. Ji ber ku Şengal herêmeke girîng e ku Rojava û Başûr bi hev ve girêdide. PKKe pasewanê herêma tampon û polîtîkaya dewletên kolonyalist ên bêKurdkirina herêmê ye
Li Şengalê zevîyên xazê û rêyên bazirganiyê yên girîng hene. Şengal ku niha xizan û zûhaye, lê dibe ku di pêşerojê de bibe navenda bazareke sereke. PKKe cehşê hêzên dagirkere û rê li ber derbasbûna vê dewlemendiyê bo Kurdistanê, digire.
Şengal rastî qetlîamê hat, helwesta hikûmeta Iraqê û ajandaya Îranê ya ku şaxê Iraqê yê DAIŞê birêve dibe bû. Lê binêre PKKe behsa yekî ji wan nake. Di 10 mîn salvegera qetlîamê de dîsa hemû tîrên wan tenê li ser PDK, Barzanî û Pêşmerge bûn. Ji ber ku PKKe parêzvanê projeya Şîe ye, ji aliyê hêzên din ên kolonyalîst ên weke Tirkiyê ve hatiye hiştin û bi awayekî nerasterast dixwaze Şengal ji Kurdistanê were veqetandin.
PKKê ji vê çavdêriyê sûdeke baş girt, lê yê winda dikin û bikin Kurdên Êzidî ne. Şengal tenê kerîyê peze di destê PKKê de ma ku ji PKKê re bê gotin ku erka cerdevaniyê qediya, ew ê mîna çiyayên Bakurê Kurdistanê wir radestî dagirkeran bikin çantê xwe hildin û biçin. Û qed ne xema wa ne. Yên winda bikin dê Êzidî û Kurdistan be. Du gotin ku mirov bibêje hene: Yê ku bixwaze Şengalê ji Kurdistanê qut bike xayin e. Proje û mîsyona PKKê ya Şengalê jî xiyanet e.