Daxuyaniya Qarayilan ya bi minasibeta 15ê Tebaxê û 21 pirsên cewherî

Daxuyaniya Qarayilan ya bi minasibeta 15ê Tebaxê û 21 pirsên cewherî

Simko Ebdulezîzî

Îro min xwest bizanibim bi minasibeta salvegera 40emîn ya 15 Tebaxê wê PKK’ê çi peyamek hebe, loma min li çapemeniya PKK’ê nêrî, tişta bala min kişandî daxuyaniya Don Kîşotê PKK’ê anku Murad Qarayilan bû, bi rastî jî ez wisa difikirîm ku wê vê carê were û bi wêrekî bi sedema şikestinên partiya xwe û radestkirina zêdetir ya xaka Kurdistanê bi destê dewleta Tirk daxwaza efoyê ji gelê kurd bike.

Di van 40 salên PKK’ê dest bi xebata çekdarî kirî de, ne bi tenê nekariye Bakurê welat rizgar bike, belku Bakur li pişt xwe hiştîye û bi kûrahiya 40 Km ji xaka Başûrê Kurdistanê jî radestî dewleta dagirker a Tirk kiriye. Tev xebata vê partiyê bûye kolandina hin tunelan li çiyayên Kurdistanê û xistine nava çend ciwanan di van tunelan de ji boy ku bi destê leşkerên Tirk werin kuştin û ewjî di çapemeniyê de bazarekî siyasî pê bikin, ji ber ku PKK’e li ser xwîna ciwanên kurd jiyan dike, dema xwîna ciwanên kurd neyê riştin, PKK’e jî wî nemîne.

Şikestinên yek li pey yek yên çekdarên PKK’ê Murad Qarayilanê Don Kîşot jî xistiye rewşekî ku weke kesek ne siyasî û li ser cadeyan mezin bûyî biaxive û axaftinên nelayîq bibêje, bi awayekî ku Qarayilan partiyeke siyasî ya Kurd “ENKS” bi partiyeke bê namûs bi nav kir, çima wisa binav kir? Ji ber ku bi gotina Qarayilan hin caran ev partî bi dewleta Tirk re civiya ye! Li virr çendîn pirsên bingehîn ser hil didin, pirs evin:

Gelo çima ENKS bê namûse? Ger ji ber vê yekê be ku bi Tirkiyeyê re civîyaye erê çima hûn li Şengalê bûne beşek ji Heşdî Şebî û mûçe û amûrên leşkerî ji Îraqê distînin, çima hûn bûne rêgir li hember vegera desthilata Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo vî bajarê Kurdistanê? Gelo bi rastî jî çima hûn rê nadin ala rengîn, ala Kurdistanê li Şengalê bê daliqandin? Lê ala Îraqê û milîsên Heşdî Şebî li her koçe û kolaneke Şengalê bilind e? Çima zêdetir ji 250 hezar ji şêniyên Şengalê koçber bûne û di konan de jiyan dikin û ji tirsa zolm û sitema we nikarin vegerin warê xwe? Çima hûn berdewam li Bexdayê bi aliyên Şîe yên Iraqî re dicivin û li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê komploya çêdikin? Çima zêdetirî 500 gundên Başûr bi sedema şerê we yê sexte hatine çolkirin? Çima bi sedema desthilata we ya li Rojava niha zêdetirî 500 hezar kurd koçberî Başûr bûne? Çima ji Bayik re helale niha li Îranê di Otelek 5 stêr de jiyan bike? Çima hûn bûne pasewanên sînorê Îranê û rê nadin partiyên Rojhilat biçin wir û çalakiyan lidar bixin? Çima hûn pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê radestî dewleta dagirker a Îranê dikin heya ku werin darvekirin? Çima hûn Hikûmeta herêma Kurdistanê nas nakin? Çima Ereb û Siryanî li Rojavaya di bin desthilata we de dikarin bibin çekdar, lê hûn rê nadin pêşmergeyên roj vegerin Rojava û wir biparêzin?

Gelo bi rastî jî çima dema salekî Salih Muslim wek nûnerê we li Enqereyê jiyan dikir, bi dewleta Tirk re di civiya lê we carekê jî jê re nego bê namûs? Çima hûn nabêjin nûnerên xwe yên di parlementoya Tirkiyeyê de, bê namûs?

Çima piraniya şaredariyan li Bakurê Kurdistanê di destê we de ne û şaredarên we di bin ala Tirkiyeyê û wêneyê Ataturk de dixebtin û nabin bê namûs? Çima îstixbarata Tirkiyeyê tê Qendîlê û bi we re dicive, di civînê de jî tam bi zimanê Tirkî dipeyvin û hûn nabin bê namûs? Çima hûn ji her partiyeke siyasî ku weke we nefikre re dibêjin xayîn û bê namûs?

Rexmî vê yekê, li dawiya daxuyaniya xwe de tu banga yekîtîya netewî dikî, gelo wê çawa bi partiyekê re ku hûn bi bê namûs bi nav dikin re yekîtîya netewî saz bikin? Hûn ji aliyekê ve ji kes û partiyên ne wek we difikirin re dibêjin xayîn û bê namûs, ji aliyek din ve banga yekîtîya netewî ji wan dikin? Gelo çawa hûn dikarin bi bê namûs û xayînan re yekîtîya netewî pêk bînin?

Pustên heman beş