Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gelek cihan agir bi daristanan ketiye, di encamê de, 78 kes birîndar bûne û 3583 kes hatine veguhestin.
Wezîrê Çandinî û Daristanan yê Tirkiyeyê da xuyakirin, di heyama 24 demjimêran de, ji 72 agir, 45 agir hatine kontrolkirin. Li 27 deveran agir didomin.
Her wiha got, şewata Îzmîrê ji xemsariya geştyaran derketiye û ji ber agir, 17 mal şewitîn û 105 mal jî hatin valakirin. Herwiha 6 kes hatine jî binçavkirin.
Ji aliyê xwe ve, Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê ragihand, di agirê li Îzmîrê de herî kêm 78 kes birîndar bûne, rewşa 29 kesan giran e û di binçavdêriya bijîşkî ya hûr de ne.
Serokatiya Rêveberina Rewşa Awarte û Karesatan AFAD ragihand, li Îzmîr, Aydin, Bolû, Mugla û Manîsayê şewatên mezin didomin.
Da zanîn, bi 90 firoke û helîkopter û çar hezarê zêdetir endamên tîmên vemirandinê hewlên kontrolkirina şewatê didomin. Her wiha ji ber şewatê 3583 kes hatine veguhestin.