Pîroz be 78 saliya damezrandina PDK û roja ji dayikbûna serok BARZANÎ

Pîroz be 78 saliya damezrandina PDK û roja ji dayikbûna serok BARZANÎ

Bûbê Eser

Di jiyana neteweyan de rojên dîrokî û girîng hene ku milet bi wan dijîn û bi saya serê wan xwe azad kirine an jî demokrasiya nava xwe xurtir kirine.

Di dîroka gelê me de gelek rojên weha hene. Di her rojeke kurdan de serpêhatî, kiryar û bûyereke heye. Heger em weke milet rojên xwe yên bi êş, derd û kul bi bîr bînin, wê tevahiya wextê me bigire.

Lê roj hene ku qedera miletekî, azadiya gelekî tîne. Loma jî rojên weha divê neyên ji bîr kirin û bi taybetî divê bi pîrozbihayên mezin û giran bêne bi bîranîn.

Ji bona me kurdan jî roja 16 Tebaxê girîng e. Divê em vê girîngihê di nava kurdan de geş bikin, belav bikin da ku Kurd jî vê rojê bi serbilindî pîroz bikin.

Pîrozkirina vê rojê û bi bîranîna wê, ruhiyeteke nû ya neteweyî dida kurdan da ku ew jî xwedî li wê derkeve. Ev roja girîng ji bona me Kurdan roja16 tebaxê ye. Di vê rojê de Barzaniyên şerê azadiya Kurdistanê didan, gihiştibûn wê baweriyê ku divê êdî Kurd bi rêxistinî bibin. Ji bona bi rêxistkirina wan jî divê bibin xwedî partiyekê ku bikaribe piraniya kurdan hembêz bike.

Bi hembêzkirina piraniya kurdan şer, pevçûn û serîhildana kurdan bi qawet û bi hêztir dibe. Ji ber ku Barzaniyan dizanîbûn ku li hember şerê dagirkeran divê Kurd bi hêz û xwedî qawet bin.

Rêya vê û çareseriya wê tenha di bin sîwanekê de û bi yekgirtina kurdan de dîtin. Ji bona pêkanîna vê jî bi damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê pêk anîn û mizginî dane gelê xwe ku êdî wê bi serpereştiya PDK şer û tekoşîn heta azadî û serxebûnê berdewam be.

Lê cihê şanezî û kêfxweşiyê ye ku di eynî rojê de kesayetiyekî ku wê rojekê biba serokê vê partiyê û rêberê gelê jî hate dinyê. Ew jî serok Mesûd Barzanî bû. Dibe ku cara yekê bû kurd bûne xwedî şanseke weha ku him bûne xwedî partiyeke neteweyî him jî bona xwedî serokekî ku li gor perwerdahiya rêbazê hate dinyê. Ew jî serok Mesûd Barzanî bû.

Îro 78 (16.08.1946–16.08.2024) saliya damezrandina partiya Demokrata Kurdistanê û roja ji dayikbûna serok Barzanî ye. Bi damezrandina partiyê gava ewil ya ji bona Kurdistanek azad û serbixwe hate avêtin û asasê dewleta kurdî hate danîn. Îro berhemên wê li başûrê kurdistanê ye.

Ez 78 saliya Parataiya Demokrata Kurdistanî û roja ji dayikbûna serok Mesûd Barzanî pîroz dikim û dibêjim baş bû ku tu heye û tê hebe serok Barzanî. Hebûn û li jiyanêbûna te ji bona me kurdan şanseke.

Cenabê te hîmekî rêbaza pîroz, pêşmêrgeyekî qehreman û rêberekî gelê xwe ye. Bi hewldan û berxwedanên xwe, bi nerîn û dîtinên xwe, cenabê we em Kurd kirin xwedî kurdistaneke azad. Lê ya girîng ew e ku ciwanên Barzaniyan bi taybetî û gelê kurd bi giştî , divê xwedî li wan nerîn û dîtinên we derkevin. Wan di nava gel de belav bikin. Ji ber ku ew nerîn û dîtinên we perçak ji rêbaza pîroz e. Rêbaz jî bi destûr û bernameyên xwe, kurdan bike xwedî welatekî serbixwe, hatiya pêkanîn.

Heta ku Kurd xalên di rêbaza pîroz de hatine destnîşankirin baş fêr nebin. Heta ku Kurd qîmet û rûmeta we weke serokekî neteweyî negirin, xwedî li wan nerînên we yên hêja û neteweyî dernekevin, zehmet e ku bibin xwedî kurdistaneke serbixwe.

 Bi hêviya ku cenabê we, rojekê mizginiya kurdistaneke serbixwe jî bide me kurdan. Ji cenabê we re ey serok Barazanî temekî dirêj siheteke baş dixwazim. Serokekî neteweyî û hezkirina piraniya gelê xwe girtibe êdî ew nemir e.

Pustên heman beş