Tawu tawu

PKK-40-sal-15-tebax-info
  • Simko Ebdulezîzî

PKKê ewqas bîrewerî hene ku ger bi dirêjahiya rojên salê bîrewriyên wê bên saxkirin wê sal bi dawî were û bîreweriyên wê bi dawî nabin.

Pêş du rojan salvegera 40 saliya xebata çekdarî ya PKKê bû, 40 sal li ser xebata çekdarî ya vê partiyê dibûrin, lê belê heyanî niha nekariye 40 metran ji axa Kurdistanê azad bike, 40 sal derbas bûn û niha çiya û deşt û nehalên Bakurê Kurdistanê ku pêş niha di destên PKKê de bûn niha bûne cîhên torîzmê ji dewleta Tirk re, pêş 40 salan leşkerê Tirkiyeyê bi hesret li çiyayên Kurdistanê dinêrî û meraq dikir bizanbin jiyan di van çiyayan de çewaye, lê niha piştî 40 salan ji xebata çekdarî ya PKKê ev çiya bûne cîhên lîsitkên ser berfê û torîzmê, her weha bûne cîhên vehewandina kargehên pîşesazî ji dewleta Tirk re, bi awayekî ku niha çekdarên PKKe ji dûr ve li van deveran dinêre û nikare bi dorbîneyê jî van herêman bibîne.

Paş 40 salên xebata çekdarî ku bi hezaran welatparêz bûn cangoriyên Kurdistanê û bi hezaran kes jî bûn pekkeftî, ti malbateke Bakur nema ku kesekî wan weke zindaniyê syasî neyê zindankirin, bi milyonan kes koçberî bajarên Tirkiyeyê bûn û niha ciwanên Kurd karê garsoniyê di xwarngehên metropolên Tirkiyeyê dikin, ev yek di astekî de ye ku ger yek peyva Kurdî jî nezanbî û tu herî xwarngehekî li her bajarê Tirkiyeyê wê ti pirisgrêkek ji te re nederkeve ji ber ku yên di resturantan de dixebtin tev Kurdin, ev jî piştî 40 salan ji xebata çekdarî ya PKKê!

Paş van derdeseriyên Kurdan piştî 40 salan ji xebata çekdarî ya PKKê tecrûbe kirî ji nû de Don Kîşotê PKKê “Murat Karayilan” tê û dibêje, “diroşma me ji boy qonaxa bê wê ev be, ‘Tawu Tawu bijî serok Apo'”, anku PKKê Kurd ji diroşma yan Kurdistan yan neman anîne rewşekî ku bibêjin bijî serok Apo, diroşma berxwedan jiyane ji boy “‘Tawu Tawu” were guhertin, diroşma serxwebûna Kurdistanê mafekî xwezayî ye, were guhertin bo demokrasîkirna Tirkiyeyê ji aliyê PKKê ve weke welatparêzî tê destgirtin, lê civînên siyasî yên partiyên Kurd bi dewleta Tirkiyeyê re weke bê namûsî bi nav dikin, gelo bi rastî jî kî bê namûse? Yên ku tev Bakur û beşek ji Başûr û Rojava radestî dewleta Tirk kirî bê namûs û xayînin yan jî yên civînên siyasî bi dewleta Tirk re dikin?

 Don Kîşotê PKKê di daxuyaniya xwe de dibêje, serhldana sala 1991an li Başûrê Kurdistanê çêbûy ji encama xebata Gerîla bû, dema min ev axaftina Karayilan bihîstî bi rastî jî ez matmayî mam, gihîştim wê baweriyê ku yan Don Kîşotê PKKê rastî nexweşiya Alzehaymer bûye yan jî gelê Kurd bi nezan dizane û heneka bi me dike, ji ber ku her kes dizane pêş serhldana 1991an ya Başûrê Kurdistanê zîdetir ji 10 partiyên çekdar yên Kurd di bin navê Bereya Kurdistanê de xebat dikir û piraniya çiyayên Başûrê Kurdistanê di bin desthilata wan de bû û bi herêmên azadkirî dihatin naskirin, lê Don Kîşotê PKKê ev yek ji bîr kiriye û dixwaze bi guhertina dîrokê her tiştî bike para xwe.

 Gelo te ji bîr kiriye “Idrîs Barzanî” bû ku rê bi we dayî bihên Başûrê Kurdistanê û li wir amadekariyên xwe bikin û dîsa vegerin Bakur? Dema hûn di wan salan de derbasî Başûr bûyn xwe we nedzanî şotka xwe girê bidin, Pêşmergeyan hûn fêr kirin, pêxistina agir, perwerdeya leşkirî tev Pêşmergeyan nîşanî we dan, di yekem şerê we yê li dijî sipayê Tirkiyeyê de jî piraniya beşdarbûyan Pêşmerge bûn û mil bi milê we li dijî Tirkiyeyê şer kir.

Li dawyê ji Karayilan re dibêjim, ger hûn û konseya xwe rastî êşa bîrçûnê bûne, ev nayê wê wateyê ku Kurdên Başûr jî rastî vê nexweşiyê hatine, gelê Başûr ji bîr nekiriye, dema di sala 1988 de hatîn enfalkirin, dema koca milyonî ya sala 1991an, çekdarên PKKê li şûna werin û alîkariya gel bikin, xalên kontrolê danîn û çekên gelê Başûrê ji wan distendin.

Pustên heman beş