Blinken ji bo agirbesta li Xezzeyê vedigere Rojhilata Navîn

Blinken ji bo agirbesta li Xezzeyê vedigere Rojhilata Navîn

Biryar e Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken ji bo gotûbêjkirina agirbesta li Kerta Xezzeyê, îro bigihe Rojhilata Navîn.

Ev 10emîn seredana Blinken bo Rojhilata Navîn e, ji bo serxistina hewlên dîplomatîk ên welatê xwe ji bo giheştina bi agirbestê li Kerta Xezzeyê û bidawîanîna şerê ku zêdetir ji 10 mehan berdewam e.

Karbidestên Amerîkî her çend e red nakin ku ji bo bidawîkirina şerê Xezzeyê, hîn gelek kar maye, lê di heman demê de, ew geşbîniya xwe ji bo rêkeftina agirbestê venaşêrin, bi taybet li ber ronahiya gotûbêjên ku di rojên dawî de li Dohaya Qeterê hatin kirin.

Ajansa “Reuters” belav kir: “Tê payîn Blinken li Tel Avîvê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û rayedarên din ên payebilind re bicive.”

Tevî ku biryar bû Blinken hefteya borî serdana Rojhilata Navîn bikira, lê gera wî ji bo vê hefteyê hate paşxistin û biryar e Blinken gereke din a danûstandinên agirbestê di navbera Îsraîl û Hemasê de, li Qahîreyê bi rayedarên herêmê re hevdîtinan pêk bîne.

Tê plankirin ku hevdîtinên agirbesta Xezzeyê vê hefteyê jî bidomin û hevdîtin ji Dohayê ber bi Qahîreyê ve biçin.

Wezîrên derve yên Brîtanya, Fransa, Almanya û Îtalya jî di daxuyaniyeke hevbeş de, piştevaniya xwe ji serxistina gotûbêjên agirbestê re nîşan dan û bang li hemû aliyan kirin ku xwe ji kiryarên ku rewşê aloztir dikin bidûr bixin.

Pustên heman beş