Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyê (MÎT)ê û Midûriyeta Ewlehiya Stenbolê Mehnaz Omarî ya ji Îranê û bi kodnavê “Nazê Ad” qaşo berpirsa pêkhateya Finlandiyayê ya PKKê/KCKê ye li Stenbolê desteser kir.
Li gor agahiyên ewlekariyê, Mehnaz Omarî di nav kandroyên rêxistina PKKê yên payebilind ên Finlandiyayê da cih digire, berpirsa koordînekirina peywendiya rêveberiyê ya bi PKK/KCKê ra ye. Her wiha ji bo beşdariya endaman û temînkirina çavkaniyên fînansê yên rêxistinê dixebite.
Omarî ya hat tespîtkirin ku endama rêxistina PKKe/KCKê ye û li ser navê rêxistinê li Finlandiyayê çalakiyan organîze dike, bi operasyona hevpar ya MÎT û Midûriyeta Ewlehiya Stenbolê hat desteser kirin.