Li gel kirîza sûtemeniyê, rêveberiya PYD’ê neftê dide komên çekdar yên ser bi Tirkiyeyê ve

Li gel kirîza sûtemeniyê, rêveberiya PYD’ê neftê dide komên çekdar yên ser bi Tirkiyeyê ve

Hevdem ligel kirîza sûtemeniyê û birêkxistina saetên xebatêyên jeneratorên ceyranê ji ber kêmbûna mazotê li bajar û bajarokên Rojava Kurdistanê, Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji komên çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve, bi rêjeyên pêwîst nefta xam dişîne.

Rewangeha Sûriyê jibo Çavdêrîya Mafên Mirovan vîdeoyek belav kir ku tê de kamyonên bi petrola xam barkirî ji deverên di bin kontrola rêveberiya PYD’ê de tên, di rêya derbasgeha Um Celûda gundewarê Minbicê re derbasî deverên çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve dibin.

Rêveberiya PYD’ê beşek ji mazota jeneratorên ceyranê li Qamişlo û Hesekê qut kir, ku bû sedema kêmkirina karê wan ji 8 saetan bo 6 saetan, û nirxê amperan li Qamişlo hat bilindkirin.

Rêvebiriya PYD giringtirîn bîrên neft û gazê li herêmê kontrol dike û ji wan bîrên (Rumeylan û El-Suweydaye) li gundewarê dêrkê, û (el-şeddadî û el-cibsa) li gundewarê hesekê ne. Zevyên (el-omer û el-tenak) li gundewarê Dêrazorê.

Ev di demekî de ye ku welatiyên bajar û bajarokên Rojava Kurdistanê ji ber kêmîya mazota hikûmî, neçar dimînin ku mazotê bi nirxekî pir blind ku digehe 5000 lîreyên Sûrî bo her lîtrekê bikirin, û rêveberiya PYD’ê para ceneratorên ceyranê jî kêm kiriye ku bûye sedem saetên pêdana elektirîkê bi welatiyan kêm bibe û buhayê empêran jî zêde bibe.

Pustên heman beş