Îro 22.08.2024ê çapemeniya Iraqê ragehand ku li bajarê Kerbela ya li başûrê Iraqê şerê bi çek di navbera grubeke çekdarî ya ser bi Heşdî Şeibî û hêzeke artêşa Iraqê de pêkhat.
Hat aşkera kirin milîsên ‘’Cund Îmam’’ ku grubeke çekdarî yên ser bi Wezîrê Kar ê Iraqê Ehmed Esedî ne, li gel hêzeke artêşa Iraqê li Kerbelayê şer kirin û derbarê sedemê şer de jî çi tiştek nehatiye gotin.
Herwaha çapemeniya Iraqê aşkera kir destpêkê bi nîqaş di navbera çekdarên Heşdî Şeibî û artêşa Iraqê de çêbûye û piştre jî çek li hember hev bikaranîne û gule li hev berdane û piştî bûyerê jî 6 çekdarên gruba Cund Îmam hatine girtin û lêkolîna li ser bûyerê jî destpê kiriye.
Hejmarek ji rûniştvanên bajarê Kerbelayê di tora civakî ya facebookê de belav kirin ku çekdarên Cund Îmam ne tenê gule li hêzên artêşa Iraqê berdane herwaha gule li ziyaretkaran jî berdane.