Droneke Tirkiyeyê navendeke asayîşê li Qamişlo kir armanc

Droneke Tirkiyeyê navendeke asayîşê li Qamişlo kir armanc

Droneke artêşa Tirkiyeyê baregeheke Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) li bajarê Qamişlo kir armanc.

Asayişê di daxuyaniyekê de ragihand, artêşa Tirkiyeyê îro 22ê Tebaxê bi rêya dronan navenda hêzên wan ya li bajarê Qamişlo kir armanc û di encama êrişê de, ziyanên madî çêbûn.

Asayiş dibêje: “Ev armanckirin şerekî derûnî yê li ser gelê herêmê ye. Bi vê yekê tê xwestin ku hêzên me ji pêkanîna erkên xwe yên ewlehî, aramiyê û bersivdayîna giliyên welatiyan û pêşkêşkirina xizmeta pêwîst a ji bo parastina ewlehî-aramiya wan dûr bixin.”

Herwiha di daxuyaniyê de got: “Artêşa Tirkiyeyê bi riya van êrişan, dixwaze me ji pêkanîna erkên me yên li hemberî gel û herêmên xwe dûr bixîne.”

Roja 20ê Tebaxê jî derdora Nexweşxaneya Dil û Çavan a bajarê Qamişlo hatibû bombebarankirin û li gorî daxuyaniyeke Rêveberiya Xweser de, di encama êrîşê de 4 welatî birîndar bûn.

Pustên heman beş