CENTCOM: Rêveberekî payebilind ê rêxistina El Qaîdê li Sûriyê hat kuştin

Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM)ê ragehand yek ji rêveberên payebilind ên rêxistina Hurras El Dîn a baskê El Qaîdê li Sûriyê bi operasyoneke hêzên Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ve hat kuştin.

Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê ragehand, rêveberê payebilind ê rêxistina Hurras El Dîn yê endamê Konseya Şûra ya Olî û berpirsê operasyonên li Sûriyê Ebu Ebdurehman El Mekkî di operasyonekî de hatiye kuştin.

Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê General Michael Erîk Kurilla jî ragehand: ‘’CENTCOM, ji bo têkbirina daîmî ya terorîstan û têkşikandina neyarên Amerîka û hevpeyman û hevbeşên wê bi biryare.’’

Rêxistina Hurras El Dîn, baskê El Qaîdê yê Sûriyê ye, êrîşên El Qaîde yên li hember Amerîka û welatên rojava birêve dibe. 

Pustên heman beş