Ji ber çi û çima Mesûd Barzanî?

Di rêbazê de referandûma bo Kurdistaneke serbixwe!!

Bûbê Eser

Her neteweyek bi netewebûna xwe heye, her mileteke li gor adet, tore, destûr û rêbaza xwe heye. Her neteweyek li gor îmkan û hebûnên xwe dijî. Her neteweyek, bi serok û rêvebirin xwe welatê xwe bi rêve dibin. Loma jî dewlet çêdibin û milet li gor dewleta xwe karê xwe dike. Kesayetiyekî ji xwe re dikin serok û jê hez dikin. Xwe didin dor wî/ê. Li dij tade û neheqiyên têne wî/ê derdikevin.

Ji roja welatê me perçe kirine û heta niha em weke kurdên her çar perçan bi serokekî neteweyî re nejiyanin. Dema xelkek bi serokekî xwe ê neteweyî re ne jî, bi wî xelkî, bi gelî re tim dê kêmanî hebe û nezanî wê bibe bela serê wan. Ji xwe ya dijmin jî dixwaze ev e. Tim jî hedef û armanca wan ew bû ye ku kesayetiyên dikarin serokatiya gelê xwe bikin, ya girtine avêtine zîndanên xwe ya kutiştine û hin jî teslîm girtine da ku kurd tim bê serokekî neteweyî bijîn.

Lewra jî dijminên me ango dagirkerên me, tim xwestine û hewl dane ku em nebin xwedî serok an şexsiyetekî neteweyî da ku tim bindest bin. Ked û xebatên me, cahd û hêjayiyên me, tim bibe para dagirkeran. Lewra niha dagirker û pêgirtên wan bi hemî hêza xwe li dij serok Barzanî ne ku wî bê erk bihêle.

Ji bona em weke kurd ji vê bê par nemînin. Divê em xwe fêrî hebûna serokekî ku hemî kurdan hembêz bike û li ser rêbaza pîroz erkê xwe bîne cih, bibin. Di şert û mercên îro de ew jî tenha serok Mesûd Barzanî ye. Divê ji bona ku serok  Barzanî bi hêz û qawet be piraniya kurdan ji wî re bibin piştgir, da ku ew jî kar û xebatên ji bona gelê xwe bike.

Heta ku miletek nebe neteweperest û li gor hêjayî û delaliyên gelê xwe nejî. Dê di nava wî xelkî û gelî de, wê hin peyde bibin ku ji bona berjewendiya xwe, dikarin welatê xwe, pir bi rehetî bifroşin. Di dîroka me kurdan de ev pir bi zelalî  hatiye dîtin û pêkanîne.

Çima vê dibêjim?

Ji ber ku em weke Kurd divê dema kambax de ji hebûna serokekî neteweyî ne bê par in. Lê hê jî em weke milet bi temamî nebûne xwedî fikra neteweyî, Loma piraniya kurdan nikarin neteweyî bifikirin. Dema xelkek, miletek nebe neteweperest, di nava wî xelkî û gelî de pir bi rehetî hin dikarin ji bona xwe, ji bona berjewendiyên xwe yên şexsî, her tiştên xerab bînin serê gelê xwe.

Çi dema em li dîroka xwe, li dîroka kurd û Kurdistanê dinêrin, pir bi zelalî dibînin ku hin kurdan ji bona berjewendiyên xwe yên şexsî welatê xwe, birayê xwe, serokê xwe, heval û hevalbendên xwe firotine. Çima? Ji ber ku nebû bûn neteweprest.

Ji bona em xwe ji vê xilas bikin, ji bona em vê xwefiroşiya xerab ji nava xwe û gelê xwe rakin, divê em jî weke neteweyên cîhanê bibin xwedî serokekî neteweyî bi hêz û qawet da ku ew bikaribe gelê xwe hembêz bike. Di qada navneteweyî de mafê gelê xwe biparêze.

Çi dema em kesayetiyekî/e weha ji nav xwe derxin ku li gor min heye. Ew  jî ew e ku bi kesayetiya xwe li bakurê Kurdistanê sê şoreş pêk anî bû. Ew kes bû ku ji bona Kobanê nekeve, pêşmergeyên qehreman bo alîkariya brayên xwe şandi bû. Ew kes bû ku li gor hêz û taqata xwe, li gor îmkan û hebûnên xwe bi alîkariiya brayên xwe yên rojhilata Kurdistanê ve rabû bû û radibe, aha ew jî rêzdar Mesûd Barzanî ye.

Cenabê wî hem hîmekî rêbaza pîroz û hem jî kesayetiyekî qedirbilind ê navneteweyî ye. Çi dema em weke kurd  bi gelemperî xwe li dor wî bicivînin, em ê bi vê yekê hem hîs û bawriyên neteweyê di nava xwe de bi asasekî saxlem dînin, hem jî em ê êdî weke milet ji hev hez bikin. Xwefiroş û xaînên nava xwe eşkere bikin. Li wan weha bikin da ku êdî ew jî tiştên xerab ji bona gel û brayê xwe nefikirin û nekin.

Kesayetiyên baş, mêrxasên delal û wêrek di dîroka gelê me de hebûn, lê piraniya wan ya serokê eşîreta xwe, ya jî serokê partî û rêxistina xwe, ya jî serokê perçê xwe bi tenê bûn. Helbet piraniya wan jî neteweyî fikirîbûn, lê şert û mercan ew weke serokê perçê xwe hiştibû.

Tenê Barzaniyê mezin û nemir di vî warî de gavên hêja avêtibû, hêdî hêdî gelî wî, weke miletê kurd, bi temamî nebe jî lê bi piranî ew nas kiribûn. Roj bi roj hezkirin û baweriya wî di nava gelê wî de belav dibû.Tam dema wî bû ku weke serokekî neteweyî kar bike û dikir, nexweşiya penceşîrê (Qanser) bi wî girt û ew ji nava gelê wî bir.

Ew bir lê ew weke serokekî neteweyî di nava gelê xwe de ma. Nemir bi nerîn û dîtinên xwe, bi destûr û bernameyên xwe û ya girîng bi rêbaza xwe, di dilê piraniya kurdan de, weke serokê gelê kurd, cihê xwe girt. Wî ji bona gelê xwe rê û rêbazeke neteweyî danîbû, ew hişt û çû. Lê bi rêbaza xwe di nava gelê xwe de her ma û wê her bimîne.

Niha li gor rewşa îro di nava me kurdan de serokekî ku dikare bi vê rolê rabe tenha rêzdar Mesûd Barzanî ye. Ew erkê xwe yê neteweyî pêk tîne û li gor wê rê û rêbaza Barzaniyê nemir karê xwe dike. Lê divê em kurd jî erkê xwe pêk bînin da ku wî weke serokê xwe ê neteweyî destnîşan û diyar bikin.

Hûn bala xwe bidin dagirkeran, hevalbendên wan û hemi xêrnexwazên gelê kurd, tim jî li hember wî, helwestên xwe yên nerazîbûnê danîne û datînin. Ji ber ku nayê hesabê dijmin û dagirkeran ku serokekî neteweyî bi hêz û qawat ê kurdan hebe.

Ji ber ku dagirker û hevalbendên xwe baş dizanin ku çi dema kurd bê serok bimînin, dikarin her tiştekî xwe jî wenda bikin. Lê dijmên fêm nakin û hê jî fêm nekirine ku êdî weha nabe. Ji ber ku kurd jî êdî bûne xwedî rê û rêbazekê.

Pêwîste ku miletê kurd bi awayekî giştî xwedî li rêzdar Mesûd Barzanî derkevin. Helwest û nerînên wî di nava xwe de belav bikin. Li hember dijmin û hevalbendên wan, di her warî û di her halî de wî weke serokê gelê kurd ê neteweyî bidin diyarkirin. Hebûna cenabî wî bi serê xwe tirs û xofa dagirker û pêgirtên wan zêde dike. Hebûna wî dagirker û pêgirtên wan aciz dike. Hebûna wî ji bona kurdan hêz û qawet e. Nerîn û dîtin e. Ji ber ku ew hîmekî rêbaza pîroz e.

Divê em kurd di vî warî de bê helwest nemînin. Bi helwestên xwe yên neteweyî em xwedî li serok Mesûd Barzanî derkevin. Ji ber wî bi saya wê referandûmê kîlata serxwebûna Kurdistanê xiste destê xwe û gelê xwe, dagirkerên me jê acizin. Pêkanîna referandûma ji bona kurdistana serbixwe,  dîrokek bû ku rêzdar Mesûd Barzanî pêk anî bû.

Xwedî li serok Barzanî derketandin, erkekî neteweyî ye. Ji ber ku fikra cenabê wî Kurdistaneke serbixwe ye. Berfirehkirina rêbazê û xwedî lê derketandin e.

Pustên heman beş