Barîna baranên tund li bajarên Tirkiyê yên Kirşehir, Nevşehîr û Kayserî bû sedemê pêkhatina lehiyan. Herwaha li ser rê û şeqaman av kombû û li bajarê Kirşehîr ê Tirkiyê şivanek li ber lehiyê ket û jiyana xwe ji dest da, herwaha li bajarê Kayserî jî kesek bi otomobîla xwe ve li ber lehiyê ket jiyana xwe ji dest da û 40 kesên ji ber lehiyê asê mabûn hatin rizgarkirin.
Li gundê Uzun Ali yê ser bi bajarê Kirşehir ê Tirkiyê baranekî tund barî û bû sedemê lehiyê. Gelek bax û baxçe di bin lehiyê de man û şivanê bi navê Mustafa Akar ber lehiyê ket û bi xebatên tîmên AFADê ve termê wî 4 kîlometreyan dûrî cîhê ku lê winda bûyî hate dîtin.
Li taxa Gulluce ya ser bi navçeya Bunyan a girêdayî parêzgeha Kayserî jî lehî pêkhat û gelek mal di bin avê de man û hat ragehandin kesek li ber lehiyê ketiye û winda bûye.
Piştî bûyerê tîmên AFAD, UMKE, JAK, Agirkuj xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dan destpê kirin û termê kesê bi navê Muhîtîn Saraç hat dîtin.
Herwiha ji ber lehiyê 40 kes di malên xwe û di otomobîl û wesayîtên xwe de asê mabûn hatin rizgarkirin.
Li beldeya Goreme ya ser bi navenda bajarê Nevşehîr jî barîna baranên tund bû sedemê lehiyê û jiyana rojane de gelek astengî çêkirin.
Hat ragehandin gelek rê û şeqam di bin avê de man û ji ber hatina xwarê ya zinaran gelek otomobîl di bin wan zinarên ji cîhê geştyarî yê Perî bacalariyê hatin xwarê de ziyan dîtin.