Dilovan Ali
Yek ji bûyerên ku her sal dibe mijara sereke ya xapandina medyayan bûyera 31ê Tebaxê 1996an e. Ev bûyer ji aliyê medyayên YNK û PKKê ve wek xiyanet tê nîşandan û hewl didin dîroka xwe ya îxanet û terorîzmê pê veşêrin. Her çiqas gelê Kurd dîroka hemû partiyan baş dizane, lê dîsa jî pêwîste em rastiyên li pişt bûyera 31’ê Tebaxê vebêjin. Pêwîste nifşê me yê nû û nifşên pêşerojê rastiya meseleyan bizanibin û nekevin bin bandora derew û gotinên nerast yên wan kesan û aliyan ku ji sala 1966 heta îro xiyanetê dikin û Kurdistanê difiroşin.
-31ê Tebaxê 1996an çima çêbû?
Sala 1996an ku qonaxa sêyemîn a şerê navxweyî germ bibû, YNKê li Soran, PKKê li Behdînan û Pasdarên Îranê jî li Hecî Omeran ji hemû aliyan ve êrîşî pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDKê) dikirin. Hevsengiya hêzan di hemû eniyan de ne wekhev bû. YNK û PKK bi alîkariya Îranê du eniyên berfireh ên şer ragihandin û biryara dawîkirina PDKê dan.
Pêştir di 28ê Hezîranê 1996an de, Supaya Pasdaran ya Îranê bi alîkariya YNKê hatin sînorê Silêmaniyê û ji çiyayê Heybet Sultan bi top û roketan baregehên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) li Koyê topbaran kirin. Di encama topbaranê de hejmareke zêde ji kadro, endam, jin û zarok şehîd bûn. Nivîskarê Fransî Chris Kutschera di pirtûka xwe ya bi navê (Bizava Netewî ya Kurd û Xwesteka Serxwebûnê) li ser vê êrişê wiha dibêje: “Îranê bi rêya sedan topên 130 û 150 mm, bi dehan mûşekên Katyûşa û alavên leşkerî, bi alîkariya 300 Pêşmergeyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ev êriş pêk anî.” Roja paşî di 29ê Hezîrana 1996an de topxaneyên Supaya Pasdaran ya Îranê bi alîkariya YNKê ji Smaqûliyê ve kampa Cêjnîkan ku endamên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) tê de bûn, bombebaran kirin.
Beriya êrîşê Îran bi fermî ji PDKê xwestibû ku di vê operasyonê de alîkariya Supaya Pasdaran bikin. PDK ev yek red kir.
Di dema êrîşê de PDKê daxuyaniyeke tund da û êrişê şermezar kir. Dema ku hêzên Îranê vegeriyan, fermandarên Supaya Pasdaran plan kirin ku bi rêya Hecî Omeran vegerin Îranê. Ji ber ku baregeheke Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û çend malbatên Rojhilatê Kurdistanê li Rewandizê hebûn, armanca wan êrîşa li ser wan jî bû. Lê Serok Barzanî û Serkirdayetiya PDKê ferman dane fermandeyên Pêşmerge ku bi tu awayî rê nedin hêzên Pasdaran ji sînorê Hecî Omeran vegerein Îranê. Van helwestên PDKê, Îranê pirr aciz kir, lewma Îran biryar da ku tola xwe ji PDKê hilîne û di hemû şeran de piştgiriya YNK û PKKê bike.
Şer li hemû eniyan berdewam dikir û PDK di rewşeke dijwar de bû. Îran bi topxaneyên xwe di hemû eniyan de alîkariya YNK û PKKê dikir. Sekreterê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hecî Mehmûd di cilda çarem a pirtûka xwe de (Rojmêra Pêşmergeyekî) wiha dibêje: “Rewşa PDKê pir xerab bû, hêzên wan perîşan bibûn û nedikarîn şer bikin. Ji ber ku topxaneyên Supaya Pasdaran ya Îranê bi çavsaxîya YNKê bi dijwarî hêzên PDKê li Sîdekan û Hecî Omeran topbaran dikirin. Di encamê de bi sedan Pêşmergeyên Kurdistanê şehîd bûn.”
Di 16ê Tebaxê 1996an de dema PDKê salvegera damezrandina xwe pîroz dikir, Mam Celal li Derbendîxanê axaftinek kir û got: “Divê fatîhayê li ser PDKê bixwînin.” Ji ber wê jî YNK û PKK bi alîkariya topxaneyên Supaya Pasdaran ya Îranê êrîşeke mezin li ser hêzên PDKê kirin. Hejmarek mezin ji Pêşmerge û endamên PDKê şehîd bûn.
Di 20ê Tebaxê 1996an de topxaneyên Supaya Pasdaran ya Îranê çeperên PDKê yên li eniyên Qesirê û Memarûtê topbaran kirin û di encamê de 140 Pêşmerge şehîd bûn û 400 Pêşmerge jî birîndar bûn. Vê êrîşê zirareke mezin gihand PDKê. Piştre hêzeke YNKê bi alîkariya Îranê ji Qeladizê çûn Serdeştê, piştre çûn Kêleşînê û piştre jî derbasî Sîdekanê bûn û êrîşî Pêşmergeyên PDKê kirin. Di 21ê Tebaxê 1996an de şerekî giran derket û hêzên YNKê şikestin. Ev şikestin, êrîşa Îran, YNK û PKKê ya li ser PDKê dijwartir kir.
PDK di bin zexteke mezin de bû û ji her alî ve rewş dijwar bû. PDKê bang li civaka navneteweyî kir ku bi zelalî helwesta xwe ya der barê sînor bezandinên Îranê diyar bikin, lê tu bersiv nedan. Serok Mesûd Barzanî di cilda pêncemîn ya pirtûka xwe ya bi navê (Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd) de wiha dinivîsîne: “Amerîka û Brîtanya ne xwedî helwest bûn, tenê li rewşê temaşe dikirin û wek temaşevan man. Lê haya me jê hebû ku Tirkiyê gef li YNKê xwaribû ku eger PKK bikeve şer dê Tirkiye alîkariya PDKê bike.”
Ji ber ku Îran bi fermî ketibû şer û piştgiriya YNK û PKKê dikir, hikûmeta Îraqê şandek şand cem PDKê û amadebûna xwe bo alîkariya PDKê bo derxistina Îranê nîşan da. PDKê ji hikûmeta Îraqê re ragihand ku ewê vê daxwazê qebûl bikin, lê bi şertê ku hêzên Îraqî yekser piştî operasyonê vekişin û li ti cihekê sînor derbas nekin.
Roja 23ê Tebaxê 1996an Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka Robert Pelletreau telefonî Serok Mesûd Barzanî dike û daxwaza rawestandina şer dike. Serok Barzanî ji Pelletreau re wiha dibêje: “We hemûyan dît ku kî agirbestê binpê kiriye. Her wiha derket holê ku Îran rasterast ketiye şer û tu helwesta we li ser vê yekê tune. Em li bendê bûn ku hûn helwest nîşan bidin ji bo ku zelal bibe ka kî zulim kiriye û hûn daxwaza ragirtina şer ji wana bikin ku şerê dane destpêkirin.”
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji nêz ve rewşê dişopand. Şeva 30-31ê Tebaxê 1996an Robert Pelletreau careke din telefonî Serok Barzanî dike û dibêje: “Li gor zanyariyên ku em ji satelaytan distînin, li başûrê Hewlêrê tevgereke ne xwezayî heye. Mijar çawa ye û çi ye? Îhtîmala destwerdana Îraqê heye?”
Serok Barzanî bersiv dide û dibêje: “Dema ku mafê Îranê hebe destêwerdanê di meseleyê de bike çima mafê Îraqê jî nebe? Setelaytên we tevgera hêzên Îraqê li başûrê Hewlêrê dibînin, lê çima liv û tevgera Supaya Pasdaran ya Îranê ku ji sînorê Kêleşîn û eniyên din bi topan êrişî hêzên PDKê dikin, nabînin?”
Pelletreau ji Serok Barzanî dipirse: “Çi garantî heye ku artêşa Îraqê careke din vekişe?
Serok Barzanî wiha bersiv dide: “bi demkî tên û me garantî jî wergirtiye ku piştî êrîşan dê vekişin.”
Sibeha 31ê Tebaxa 1996an hêzên PDKê ji çend aliyan ve li dijî YNK û Îranê dest bi êrişeke giştalî kirin. Li Hewlêrê hêzên YNKê şikestineke mezin xwarin û nekarîn li hember Pêşmergeyên PDKê li ber xwe bidin. Ji ber wê jî zû reviyan û Hewlêr hat rizgarkirin û ket destê Hêzên PDKê. Herwiha hejmareke zêde ya Pêşmerge û serkirdeyên YNKê jî xwe radestî hêzên PDKê kirin. Operasyon berdewam kir û hêzên YNKê ji Silêmanî û deverên din jî reviyan nav axa Îranê. Piştî operasyonê hêzên Îraqê li gorî rêkeftinê vekişiyan û vegeriyan cihên xwe.
PDKê, Kurdistanê ji Îranê û cehşan paqij kir, hevsengiya hêzê guhert û qonaxeke nû da destpêkirin. Di vê hevkêşeyê de PDKê karî dagirkerekî Kurdistanê bi kar bîne da ku dagirkerekî din a Kurdistanê ji axa Kurdistanê derxîne. Ji vê re di siyasetê de polîtîkaya derxistina dijmin bi dijmin tê gotin.
-Encam û destkeftiyên 31ê Tebaxa 1996an çi ne?
Piştî 31ê Tebaxê qonaxeke nû di jiyana gelê Kurd û bi taybet xelkê Hewlêrê de dest pê kir. Qonaxa nûavakirin, pêşketin û avakirinê. Di warê dîplomasî û peywendiyên navdewletî de jî Kurdistan gaveke mezin avêt û derbasî qonaxeke din bû. Di hemû qadan de vejîneke mezin dest pê kir û serdemeke nû destpê kir.
Di warê siyaseta navneteweyî de jî çend mijarên nû destpêkirin.
Mînak: Serok Barzanî li ser daxwaza Amerîka û Brîtanyayê serdana Tirkiyê kir. Li wir bi Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka Robert Pelletreau, Cîgirê Balyozê Brîtanya li Enqerê Frank Baker û Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê re civiya.
Folker ku wê demê Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bû, serdana Kurdistanê kir.
Serokwezîrê wê demê yê Brîtanyayê John Major bersiva nameya Serok Barzanî da û tê de tekezî li ser pêkanîna aştiyê li navçeyê û dûbare destpêkirina gotûbêjên navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê kir.
Cîgirê Balyozê Fransa li Bexdayê Missio Nodino serdana Kurdistanê kir û di civînekê de ligel Serok Barzanî piştevaniya Fransa yê ji bo siyaseta PDKê û mafên gelê Kurd dûpat kir.
Di siyasetê de encam girîng in û encamên 31ê Tebaxê jî ev aştî û aramiya ye ku îro li Kurdistanê heye.
Destkeftiyên ku îro li Kurdistanê hene encama siyaseta 31ê Tebaxê ya PDKê ye. Îranê plan kiribû ku Hewlêrê bike navenda çalakiyên xwe da ku bi hêsanî xwe bigihîne welatên xeta Hîlala Şîî. Lê PDKê ev xeyala Îranê pûç kir.
Beriya 31ê Tebaxê 1996an xelkê Hewlêrê di bin zilm û zordariya YNKê de di rewşeke gelekî dijwar de bûn. Zilm, dizî û xerabî di asteke bilind de bû. Hêzên YNKê malên xelkê talan dikirin û erebeyên xelkê didizîn. Niha jî xelkê Hewlêrê behsa wê yekê dikin ku çawa ji tirsa çekdarên YNKê otomobîlên xwe dibirin ser banê xaniyên xwe da ku neyên dizîn. Tişta ku YNKê beriya 31ê Tebaxê 1996an li dijî xelkê Hewlêrê dikir, heman reftarên rejîma Baas a li dijî xelkê bajêr bû, ji wê jî xerabtir bû.
Îro dema ku xayinên YNK û terorîstên PKKê 31ê Tebaxê wek xiyanet pênase dikin, ji ber wê yekê ye ku plana Îranê ya dagîrkirina Hewlêrê têk çû. Xeyal dikirin ku bi alîkariya Îranê Hewlêrê dagîr bikin û PDKê tune bikin. Lê weke Serok Mesûd Barzanî dibêje: “PDK dara berû ya Kurdistanê ye, bi birrîn û şewitandinê bi dawî nabe.”
Divê PDK mîna 31ê Tabexê 1996an du 31ê Tebaxê yên din li Qendîl û li Silêmaniyê jî pêk bîne. Ji bo ku li seranserê Kurdistanê aramî pêk were û Kurdistan ji terorîst, xayîn û çeteyan paqij bibe.
31ê Tebaxê ya dîrokî li hemû gelê Kurd pîroz be.