Divê destûr ji Kemalizmê bê pakijkirin..

Divê destûr ji Kemalizmê bê pakijkirin..

Alîkarê Serokê Giştî yê Hüda Parê Halef Yilmaz der barê nîqaşên Destûra Bingehîn de, bersiv a nirxandina Serokê Parlementoyê Numan Kurtulmuş da û got: “Divê Destûra Bingehîn ji Kemalîzma ku ferasetê teqlîd dike bê paqijkirin.”

Serokê ParlementoyaTirkiyê Numan Kurtulmuş di axftineka xwe de gotibû: “Bi baweriya min nîqaşkirina 4 xalên ewil windakirina demê ye.”

Yilmaz di derbarê guhertina Destûra Bingehîn de got: “Mesele ew e ku di bin navê laîktiyê (sekolarizim)de hemû xeletiyên ku dibin sedema dijminatiya Îslamê, dînê miletê me, divê bên sererastkirin. Ma bi derxistina 4 xalên ewil ên ji vê yekê dê pirsgirêk çareser bibe?”

Rêveberê Huda Parê got, “Ji aliyê aqil, îman û zanistê ve ferzkirinên destûra darbeya 12’ê Îlonê çawa pîroz tê dîtin, weke ku gotina Xwedê bin? Nexwe wê çi bê sererastkirin. Wê çi biguhere dê çi bibe? “

Halef Yilmaz got, “Mesele ew e ku dawî li îdeolojiya xurafe û xwedakirina kesên ku bi ferzkirin û xapandinên li ser vî gelî hilweşiyane û destûra bingehîn ji zihniyeta Kemalîzmê ya ku hewl dide milet bike koleyê dildar, were paqijkirin e. “

Pustên heman beş