Nasnameya sê keçên din yên Kurdan aşkere bû ku mehekê berê rêxistina PKKê ew dayne kuştin û mirina wan li malbatên wan veşartî ye.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê weke her roj nasnameya 3 çekdarên xwe yên din aşkere kir ku li 31 Tîrmeha îsalê li herêma Botanê ya li Bakurê Kurdistanê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest da ne.
Ev 3 keçên ku PKKê berê wan daye mirinê nasnameya wan wisaye:
Meryem Ehmed ji Şirnexê.
Betûl Nesreddîn ji Çewlîkê.
Hacer Hacî ji Colemêrgê.
Rêxistina PKKê ev sê keçe weke bi hezaran keçên din yên Kurdan xapandin û bi navê berxwedanê berê wan da mirinê.
Rêxistina PKKê her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan belav dike yên ku di salên berê de feda kirîn û paş derbasbûna demek dirêj ji nû ve mirina wan îlan dike, tê texmîn kirin bi hezaran ciwanên Kurd mabin ku hêjan PKKê nasnameya wan îfşa nekirbe.