Li Tirkiyeyê di rojekê de 9 kes bi çek û kêran hatin kuştin

Li Tirkiyeyê di rojekê de 9 kes bi çek û kêran hatin kuştin

Li Tirkiyeyê di heyama 24 demjimêran de, li 7 bajaran 9 kes di encamê êrişên bi çek û kêran de hatin kuştin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi giştî 30 milyon çekên bêmolet hene û bûyerên tundûtujiyê jî her ku diçin zêde dibin.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, di rojekê de, li 7 bajarên cuda yên Tirkiyeyê, di encamê êrişên bi çek û kêran de 9 kesan canê xwe ji dest dane.

Duhî jî welatiyekî Herêma Kurdistanê ku bi armanca geştê li Stenbolê bû, di êrîşeke nijadperestî de bi kêran hate kuştin. 

Meha Tebaxa borî jî di encamê êrişan de, 152 kes hatine kuştin.

Li gor zanyariyan, di êrişên bi çek û kêran de, Stenbol di serî de tê ku di salekê de nêzîkî hezar kes di encamê êrişan de hatine kuştin.

Pustên heman beş