Serokê Koreya Bakur fermana darvekirinê ji bo 30 berpirsan derxist

Serokê Koreya Bakur fermana darvekirinê ji bo 30 berpirsan derxist

Di mehên borî de ji ber rabûna lehiyên zêde ku li bajar û navçeyên Koreya Bakur pêk hatin, 5 hezar kesan zêdetir jiyana xwe ji dest dan û bi dehan hezar kes jî aware bûn. Piştî wan bûyeran, serokê Koreya Bakur fermana darvekirinê ji bo 30 berpirsan derxist.

Li gor nûçeya TV Chosun a Koreya başûr, Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un ji ber binketina li hember lehî û hezazan a di havînê de, fermana darvekirinê ji bo 30 berpirsên welatê xwe derxist.

Çend meh beriya niha ji ber baranan lehiyeke zêde berê xwe da bajar û navçeyên Koreya Bakur û di encama wan karesatan de ji bilî jiyan ji dest danan zêdetir ji 5 hezar kesan, bi dehan hezar kes jî neçar man navçeyên xwe bi cîh bihêlin û berê xwe dan navçeyên din.

Pispor dibêjin, Koreya Bakur her sal di havînê de rûbirûyê lehiyê dibe ji ber ku binesaziya welêt, nemaze kanalîzasyona bajaran, nikare hemî baranê ragire.

Pustên heman beş