12 leşkerên artêşa Sûriyeyê li Lazeqiyê hatin kuştin

12 leşkerên artêşa Sûriyeyê li Lazeqiyê hatin kuştin

Di encama êrîşeke çekdarên opozîsyona Sûriyeyê li gundewarê Lazeqiyê de, zêdetirî 12 leşkerên rejîmê hatin kuştin û birîndarkirin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, wek bersiva topbarana artêşa Sûriyeyê li ser deverên di bin destê opozisyonê de li bakurê rojavayê Sûriyeyê, Heyet Tehrîr El-Şamê çeperên hêzên rêjîmê li eniyên Wadî Kiliz û El-Serraf li bakurê Laziqiyê kirin armanc.

Diyar kir jî, di encama êrîşê de 12 leşkerên artêşa Sûriyeyê hatin kuştin, ku di nava wan de efserek jî heye.

Li gorî Rewangejê, ev êrîşa çekdarên Tehrîr El-Şamê, êrîşa herî mezin e ji serê salê vir ve ku tê de hejmarek mezin ji leşkerên Sûriyeyê hatine kuştin.

Herwiha ev êrîş piştî wê tê, di çend rojên borî de hêzên rêjîma Sûriyeyê avahiyên sivîlan li bajarokê Cesir El-Şixûr li parêzgeha Idlibê kiribûn armanc û di encamê de 4 kes hatibûn kuştin.

Pustên heman beş