Di êrîşên Îsraîlê yên li ser parêzgeha Hemayê de 5 sivîl hatin kuştin

Di êrîşên Îsraîlê yên li ser parêzgeha Hemayê de 5 sivîl hatin kuştin

Di encama êrişa mûşekî ya Îsraîlê li ser hejmarek cihên derdora bajarê Misyafê li parêzgeha Hemayê de, 5 sivîlan canê xwe jidest dan.

Jêderekî leşkerî ji ajansa “SANA” re ragihand: şeva borî demjimêr 23:20ê Îsraîlê ji aliyê bakurê rojavayê Libnanê ve êrîşek asmanî li ser hejmareke xalên leşkerî yên li naverasta Sûriyeyê pêk anî.

Wî jêderê leşkerî amaje bi wê jî, sîstema berevaniya asmanî ya Sûriyeyê rûbirûyî êrîşa Îsraîlê bû û hejmarek mûşek xistin xwarê.

Rêvebirê Nexweşxaneya Niştimanî ya Masyafê Dr. Feysel Heyder ji SANA re ragihand, êrişên Israîlê bûne sedema kuştina 5 sivîlan û birîndarbûna 19 kesên din, ku rewşa hinek ji wan giran e.

Ji aliyekî din ve, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan got, Îsraîlê şeva borî 4 êrîşên asmanî li dijî xalên leşkerî yên artêşa Sûriyeyê li parêzgeha Hemayê pêk anî.

Li gorî Rewangehê, di encama êrîşan de 7 kes hatin kuştin ku ji nava wan 3 sivîl û 4 leşker û çekdar hebûn. Herwiha dora 15 kesan jî birîndar bûn.

Da zanîn jî, di êrîşê de avahî û navendên leşkerî li devera Lêkolînên Zanistî li Mesyafê wêran bûn, herwiha agir bi daristanên li ser rêya Misyaf-Wadî El-Oyûn û devera Heyr Abbas ket.

Ji destpêka sala 2024an ve, Israîlê 65 caran xaka Sûriyê kiriye armanc û li 140 armanc, xal û baregehan dane. Di êrîşan de 191 leşker û çekdar hatin kuşin û 125 jî birîndar bûne. Herwiha 20 kesên sivîl hatine kuştin û 36 sivîl jî birîndar bûne.

Pustên heman beş