Hikûmeta Iraqê ji PKK’ê nîgeran e

Hikûmeta Iraqê ji PKK’ê nîgeran e

Wezîrê Bergiriyê yê Îraqê da xuyakirin ku, “Li deverên başûr û naverast ên Îraqê, xelkî peywendî bi PKK’ê kiriye.”

Wezîrê Bergiriyê yê Îraqê Sabit Ebasî di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragehand, “Hikûmeta Îraqê ji ber berfirehbûna bandora PKK’ê li parêzgehên başûr û naverast ên Îraqê nîgeran e, zanyarî hene ku hin kes ji Semawe û Nasiriyeyê çûne nav rêzên PKKê.”

Sabit Ebasî amaje jî da, “Em bizavê ji bo wê yekê dikin ku çawa me li ser dûrxistina metirsiya hêzên Kurdî yên Rojhilata Kurdistanê li sinoran bi Îranê re lihev kir, bi Tirkiyeyê re jî lihev bikin.”

Li dû gotina Ebasî, Tirkiyeyê daxwaz kiriye ku çawa arêşeya hêzên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê bi Îranê re çare kir, arêşeya PKK’ê jî bi wî awayî çare bikin.

Pustên heman beş