Îraq û Îranê 14 peymanên lihevkirinê îmze kirin

Iraq-Iran-Baghdad-14

Serokkomarê Îranê îro serdana Bexdayê kir û 14 peymanên lihevkirinê li gel Îraqê îmze kirin ku girêday sêkterên cuda cuda ne.

Bi çavdêriya serokwezîrê Îraqê Mihemed Şeya Sûdanî û serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan, îro roja çarşemiyê li Bexdayê li koşka hikûmetê 14 peymanên lihevkirinê li nêvber herdu welatan de hatin îmze kirin.

Li gor daxuyaniya ofîsa ragihandinê ya serokwezîrê Îraqê, di hevdîtnên Sûdanî û Pizîşkiyan de behsa hevkariya di navbera her du welatan de ji bo bidestxistina berjewendiyên hevbeş hat kirin.

Herwiha wan karê komîteya bilinda hevbeşa Îraqê û Îranê şopand, ku dê li Bexdayê bicive.

Her wiha di hevdîtinê de behsa hevkariyên hevbeşên ewlekarî û hevkariyên di warê parzûnkirin û enerjiyê de û hevkariya sektora taybet di navbera her du welatan de hate kirin.

Pustên heman beş