Pêşmergayatî, rêberî, rêbaz û serok Mesûd Barzanî

Pêşmergayatî, rêberî, rêbaz û serok Mesûd Barzanî

Bûbê Eser

Rol û erkên serok û rêberan bi kar û xebatên wan, bi nerîn û dîtinên wan, bi helwest, kiryar û bi xizmetên wan, têne nasîn û qebûlkirin.

Serok ew kesin ku rêya azadiyê û serxwebûna gelê xwe de, xwe ji tu fedekariyan nadin alî û tim di nava gel û rêhevalên xwe de serpereştiya hemî rê û rêbazên azadiya welatê xwe dikin.

Serok û serokatî ewe ku di tekoşîna welatê xwe de xwedî rê û rêbazekê bî ku li ser xeta neteweyî azadiya gelê xwe bi dest bixî. Helbet bidestxistina vê jî ne weha hêsan û rehet e ku herkes bikaribin serokatiya gelê xwe bikin.

Ji ber ku serokatî wêrekî, rêya rast, xwedî helwesta neteweyî û hemî jiyana xwe ji bona azadiya gelê xwe bikaribe feda bike ye. Serokatî di nava gelê xwe de û li gel wî jiyan e.

Ji ber vê ye ku em Kurd xwedî şansekê ne ku serokekî weke rêzdar Mesûd Barzanî heye û ew weke serokê Kurdan tê nasîn. Helbet cenabî wî bi ked û xebata xwe, bi berxwedan û tekoşeriya xwe, bi zanebûn û dûrbiniya xwe û li gor destûr û bernameya rêbaza pîroz, xwe bi gelê xwe daye qebûlkirin. Cenabî wî bi van zanînên xwe heta ku hebe, wê ji bona gelê xwe kar û xebatê bike, kirî ye û dike.

Dema ku em dîroka cenabê serok Mesûd Barzanî dixwînin an bixwînin, em ê bizanibin û fêr bibin ku tim cenabî wî xwestiye weke pêşmêrgeyekî bijî. Ji ber ku cenabê wî dizane ku pêşmergayetî mertebeyeke çiqasî bilind, pîroz û hêja ye.

Pêşmerge ew kesên ku canê xwe ji bona azadiya welatê xwe didin û dibin cangorî ne. Bi salan kar û xebatê dikin da ku welatê xwe azad bikin da ku xelkê wan bi serbestî bijîn. Pêmergayetî mertebeyeke weha ye ku hêjayî û qîmeta wê di ser her tiştekî re ye. Ji ber vê pîrozîya pêşmergeyane ku serok Mesûd Barzanî jî tim dixwazî weke pêşmêrgeyekî bijî.

Lê carna ji ber kar û xebatên mirov, gel û xelkê jî hin diyariyan, qedir û qîmetê didin wan kesên ku jiyana xwe ji bona wan tarxan kirine an dikin.

Ji ber ku serok Barzanî jî yek ji wan kesan e ku partiya wî, gelê wî, xelk û rêhevalên wî ew weke serokê xwe qebûl kirine, Ev jî weke xelateke gel ji bona serok Mesûd Barzanî ye.

Miletê wî bi serokatiya wî ewlene ku ev pêşkêşî cenabê wî kirine. Gelê wî dizane ku ew ê tu caran berjewendiya gelê xwe binpê neke û wê di jiyana wî de berî her tiştî parastin û xwedî lêderketandina gelê wî be.

Ji ber vê ye ku ez dibêjim: Serok ew e ku dema tu temenekî di ber azadiya welatê xwe de dide û azadiya wî dibîne, gelekî xweş e. Tiştekî weha nabe qismetê her serokan. Lê rêzdar serok Mesûd Barzanî bi tekoşîneke dûr û dirêj, bi temenekî mezin ev roja xweş dît.

Cenabê wî bi berxwedaneke bê hempa û bi baweriyeke neteweyî, li gor rêbaza pîroz, îro ew berheme ango Kurdistana azad diyarî gelê xwe kiriye. Ya herî xweş ew e ku mirov piştî azadiyê, kulîlkên welatê xwe bi azadî bêhn bike. Di nava xelkê xwe de bi azadî û serbestî bigere, derd, êş û kêfxweşiyên wan guhdarî û parve bike.

Îro hebûna cenabê serok Mesûd Barzanî ji bona me kurdan şanseke mezin û kêfxweşiyeke bê hempa ye. Him cenabî wî bi vê kêfxweşiyê dijî hem jî miletê wî ji ber hebûna wî şanaz e.

Serok Mesûd Barzanî çawa ku ji zarokatiya xwe de ji mecbûrî û ji bona azadiya gelê xwe dest avêt çekê û li hember dijimê gelê xwe şer kir. Bi saya wî şerî îro em Kurd kirin xwedî, welatekî azad.

Îro jî cenabê Serok Mesûd Barzanî bi nivîsandina dîroka gelê xwe, Kurdan şiyar û zane dike da ku dîrokê rast fêr bibin û bizanibin çi afat, tofan û berxwedan hatine dîtin û kirin.

Serok Mesûd Barzanî ne tenê bi şerê xwe yê çekdarî li hember dijmin rawestiya bû. Niha jî bi nivîsandina dîroka gelê xwe, şevreşa wî rohnî dike. Şaşî û derewên dagirkeran ku dîroka kurdan serobinî hev kiribûn serrast dike. Ji ber ku cenabê wî dizane ku miletê dîroka xwe nizanibin û nasnekin, zehmete ku azadiya wî bi dest bixe.

Em weke Kurd jî sipasdarê serokê xwe Mesûd Barzanî ne ku wî bi şerê çekdarî welatê xwe azad kir û bi nivîsandina dîrokê jî wê avedan dike ku nivşên nû, ciwanên welatê azad dîroka xwe nas bikin…

Îro em kurd xwedî şanseke mezinin ku hîmekî ji hîmên bingehên ya rêbaza pîroz weke serok Mesûd Barzanî li jiyanê ye. Ji bona me dîroka gelê xwe dinivîsîne. Di her gotin û civînên xwe de aqilmendiya kurdan dike. Her weha canabê wî, îro di qada navneteweyî de weke serokekî kurd tê pênasekirin, naskirin û hezkirin…

Têbinî: Ez salvegera Şoreşa Îlonê li gelê kurd pîroz dikim. Dibêjim: Heger ne ew şoreş ba dibû ku îro kurd li ser rûyê vê cîhanê nemabana. Lê îro em weke Kurd bi saya wê li Başûrê Kurdistanê xwedî dewleta xwe ne. Xwedî li şoreşa Îlonê derketandin erkekî neteweyî ye.

Pustên heman beş