Serokkomarê Îranê peyamek bi zimanê Kurdî parve kir

Serokkomarê Îranê peyamek bi zimanê Kurdî parve kir

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di derheqa serdana xwe ya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê de peyamek bi zimanê Kurdî li ser tora civakî ya Xê parve kir û tê de ragehand, “Ew serdan li ser rwangeha hevgirtin û yekbûnê bû.”

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan şevêdî (Duşem, 16.09.2024) li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê peyamek bi zimanê Kurdî parve kir û tê de amaje da, “Di wê serdanê de 14 yadaştên hevfêmkirina alîkariyê di navbera Îran û Îraqê de hatin morkirin.”

Pizîşkiyan di pareke din a peyama xwe de got, “Karê me yê pêşiyê ew e ku em bigehin yek ziman û yek nerîna hevpar di navbera her du welatan de.” Herwesa got, “Civînên baş li Îraqê hatin kirin ku bûn sedema zêdetir hevalîniyê di navbera her du welatan de.”

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan li roja 11.09.2024ê gehişt Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê û ji aliyê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ve hat pêşwazîkirin.

Mesûd Pizîşkiyan herwesa li roja 12.09.2024ê jî gehişt Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hat pêşwazîkirin.

Paşî Serokê Komara Îslamî ya Îranê li Serokatiya Herêma Kurdistanê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hejmareke berpirsên Herêma Kurdistanê re civiya. Paştir bi awayekî cuda bi Serok Barzanî re jî civiya.

Pustên heman beş